ENQERE – Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku ji bo baweriya ku dewleta tirk dev ji siyaseta xwe ya sed salî berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê pêşniyarên Ocalan ên ji 7 xalan pêk dihat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi raya giştî re hatin parvekirin û heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
POLÎTÎKAYÊN 10 SALÊN DAWÎ TÊK ÇÛN
Remzî Kartal diyar kir ku divê pêvajoya ku hatiye destpêkirin baş were analîzkirin, geşedanên neteweyî û navneteweyî bên fêmkirin û wiha axivî: “Yanî bi biryarên ku di sala 2014’an de di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî de hatin girtin û ew biryar xistin meriyetê, dewlet di bin navê Sîstema Hikûmetê ya Serokatiyê de ji nû ve hat organîzekirin û ji bo bigihêje armanca xwe li dijî kurdan şerê topyekûn da destpêkirin, hemû saziyên dewletê, daraz, rêveberî û muxalefetê piştgirî dan vê pêvajoyê û divê pêvajoya 10 salên dawî ya ku pergala hiqûqê hat binpêkirin û muxalefet jî bi tevahî piştgirî da vê pêvajoyê baş were analîzkirin. Pergalek ku Tirkiye ji aboriya bazara serbest hat veqetandin û di vê çarçoveyê de Bankeya Navendî veguherî navenda şerê taybet. Her wiha di van 4 salên dawî de hem li Tirkiye, hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li Rojava şerek topyekûn hat meşandin, tecrîda mutleq a li Îmraliyê xistin meriyetê, li dijî partiyên siyasî, gel û çapemeniyê zext hatin meşandin. Ligel şerê topyekûn encamek bidest nexistin. Di warê leşkerî hêviya wan ya serkeftinê têk çû, di warê aborî de zirareke mezin dîtin. Di hilbijartinên dawî de tifaqa desthilatdar a ku AKP-MHP’ê temsîl dike bi têkçûneke mezin a siyasî re rûbirû man. Ez dixwazim vê yekê bi taybetî ji bo têgihîştina aborî destnîşan bikim. Li gorî lêkolîna ku di 40 salên dawî de di navbera salên 1980-2020’an de li ser pirsgirêka kurd di navbera salên 1980 û 2020’an de li ser pirsgirêka kurd hatiye meşandin û bi budçeya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatiye aşkerakirin de ji bo şer bi mîlyaran dolar xerc kiriye. Ev hejmar di navbera 2020 û 2024’an de, ku şer bêhtir bi teknolojiyê hate meşandin, pir girîngtir bû. Ji xeynî vê ji bo şer gelek pere wek pereyên veşartî hatin xerckirin. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye nava krîzeke aborî ya pir mezin.”
TIRKIYE LI DERVEYÎ PLANAN HAT HIŞTIN
Kartal da zanîn ku Tirkiyeyê heta niha li gorî girîngiya xwe ya stratejîk û jeopolîtîk siyaset li herêmê û qada navneteweyî de siyaset dimeşand lê piştî têkçûna Sovyetê girîngiya xwe ya stratejîk winda kir û wiha got: “Dîsa geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn -ango têkiliyên ku Îsraîl bi peymana Îbrahîm re bi welatên ereb re pêşxist- gihaştiye wê astê ku Tirkiye wek welatekî misilman ên ne ereb girîngiya xwe winda kiriye. Ji xeynî vê rêya stratejîk a enerjiyê ya ku ji Hindistanê dest pê dike, ji welatên ereb, Urdun, Îsraîl, Qibris û Yewnanîstanê derbasî Ewropayê dibe jî ji bo Tirkiyeyê windahiyeke cidî bû. Hêzên ku ev plansaz kirin Tirkiye ji wê planê dûr xistin.”
DI ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ DE ROLA TIRKIYEYÊ
Kartal anî ziman ku ji bo Tirkiye plana rêya enerjiyê vala derxe di 7’ê cotmeha 2023’an de bi rêya Hamasê li dijî Îsraîlê êriş da destpêkirin û wiha got: “Ji ber ku tê gotin ku nûnerên Hamas’ê di 5’ê cotmehê ji Tirkiyê derketine û piştî 2 rojan êriş pêk tê. Di vê astê de îdiayên cidî hene. Di Şerê Îsraîl-Filistînê de, Tirkiye ji ber bandora xwe ya li ser Hamasê wekî welatekî misilman, mîsyona ku dikare pirsgirêkan çareser bike li xwe bar kir. Bêguman ev mîsyon pêk nehat û guh nedan Tirkiyeyê. Her wiha têkiliyên wê yên bi Hamasê re ji bo Tirkiyeyê veguherî dezavantajeke mezin.”
‘TIRKIYE DI NAV TIRS Û XOFEKE MEZIN DE YE’
Kartal da zanîn ku Tirkiye di qada navneteweyî de pir tengav bûye û wiha pê de çû: “NATO li Yewnanîstanê hin baregehên leşkerî yên nû yên girîng da avakirin. Herî dawî li Qibrisê baregeheke leşkerî ya pir girîng û mezin ava kir. Yanî NATO di warê leşkerî de hewcedariya xwe ya bi Tirkiyê re gelekî kêm kiriye. Di vî warî de alternatîfek çêkir. Di vê nuqteyê de Tirkiye pozîsyona xwe ya bi hêz winda kir. Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. 100 sal berê li Lozanê pergala împaratoriya kapîtalîst Împaratoriya Osmanî ji hev belav kir. 22 dewletên ereb û Tirkiye ava kirin. Armanca wê ew bû ku aboriya xwe ya kapîtalîst bi pêş bixîne û di nava pergala netew-dewletê de bikeve bazarê. Di roja me de netew-dewletên heyî yên bi tevahî li ber aboriya cîhanî asteng û bend in. Ji bo derbaskirina vê sîstema nû ya ku van tine dike û li ser esasê ewlekariya Îsraîl li erdnîgariyê nîzameke nû diafirîne. Helbet Tirkiye di nava tirs û xofeke mezin de ye. Ji roja ku DAIŞ li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên navneteweyî ve derxistin holê, erka Tirkiyê hat dayîn ku komên selefî di ser Tirkiyê re bişîne Sûriyê, lê derket holê ku ev erkeke stratejîk nîne.”
NEÇAR MAN DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN
Kartal der barê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Rejîm li Sûriyê hilweşiyaye û planeke nû pêş dikeve. Pêvajoyeke ku çeteyên girêdayî Tirkiyê û HTŞ organîze dike heye. Lê belê dema ku Tirkiye li benda wezîfe û roleke koordînekirina HTŞ bû, berovajî vê yekê derket holê ku ji bo koordînekirinê Erebîstana Siûdî hatiye wezîfedarkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê tabloyeke neyînî ye. Dizane ku di vê pêvajoyê de dibe ku hêzên navneteweyî bi tevgera kurd re têkilî deynin û dizanin ku ji bo wan ev rewşeke neyînî ye. Beriya 10 salan di dema Bihara Ereban de DAIŞ li Sûriyê hat rawestandin û şoreşa Rojava dest pê kir. Haya wan ji vê yekê heye. Ji ber van geşedanên hundir û derve re têkildar guncav dît ku deriyên Îmraliyê veke, di kontrola xwe de bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re diyalog û pêvajoyekê bide destpêkirin.”
PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ
Kartal pêvajoya diyalogê ya salên 2013-2015 bibîrxist û diyar kir ku wê demê niyeta dewletê ya çareseriya pirsgirêka kurd nebû û wiha axivî: “Ji bo nefes bigire û ji bo şerek nû bide destpêkirin pêvajo meşand. Herî dawî bi destwerdana Erdogan pêvajo li aliyekê hiştin û mase hilweşandin. Lê niha, bêguman, şert û mercên cuda ne. Niha bi însiyatîfa xwe pêvajoyek dane destpêkirin. Ji bo vê jî xebatek heye ku bi tevahî li Tirkiyeyê, li Îmraliyê û bi hevdîtinên li wir, parlamento jî tê de cih bigire. Ji ber vê jî wisa xuya dike ku dixwazin pêvajoyeke ku Qendîlê ji holê rabike û bi bandortir bibe pêş bixin. Helbet tê fêmkirin ku beriya destpêkirina vê pêvajoyê bi Rêber Apo re pêvajoyeke cidî ya hevdîtinê hebû. Ji bo Rêber Apo bigihînin asta ku dixwestin gelek hewl dan, lê ji ber tecrûbeya wî ya di vî warî de û pêvajo bi awayekî cuda pêş ket. Kesê ku di nava derfetên kêm ên Îmraliyê de jî pirsgirêkan pir baş fêm dike. Rêber Apo baş dizane ku dewlet di çi tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku di pêvajoya çareseriyê de tabloya ku derdikeve pêş û ji bo ku dewlet gavekê biavêje, ezmûna xwe herî zêde bi kar tîne. Ew tu carî firsendên ku tên pêşiya wî red nake. Loma jî di encama wan nîqaş û muzakereyên dijwar de ket nava pêvajoyeke wiha. Niha dixuye ku li Îmraliyê di navbera dewlet û Rêber Apo de çarçoveyek heye. Di serî de ji bo ku hikûmet di vê mijarê de bi tenê nemîne, muxalefet jî beşdarî pêvajoyê bibe, raya giştî were amadekirin û ev pêvajo bi awayekî guncav pêş bikeve, mijara parlementoyê nîqaş kirin. Di vê çarçoveyê de heyetê dest bi serdanên xwe kir. Li ser vê bingehê êdî pirsgirêk li ser plansaziya qanûnî ye. Loma jî ji pêvajoya berê cudatir e. Belê, berê jî li meclisê amadekariyên wiha dihatin kirin. Lê ji ber ku ne xwediyê armanceke rast a çareseriyê bû, nehat pêşxistin.”
‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Remzî Kartal da zanîn ku ligel van pêşveçûnan dewamkirina tecrîdê nayê qebûlkirin û got, “Rêber Apo di tevahiya têkoşînê de her tim bi tevgera xwe re di nava diyalogê de bû. Wî her tim tevgera xwe li ser awayê ku xwe tevlî pêvajoyê dikir esas girt. Di pêvajoyên diyalogê yên berê de jî wisa bû. Niha Rêbertî wê careke din vê misoger bike. Ev pêvajo bi tecrîdê pêş nakeve. Pêwîste Rêber Apo hem bi tevgera xwe û hem jî bi raya giştî re têkiliyê deyne. Tecrîd nayê qebûlkirin.”
JI BO BAWERÎ BÊ DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN
Kartal diyar kir ku sedema pirsgirêka kurd ya herî mezin feraseta dewletê ya înkar û îmhayê ye û wiha got: “Niha ger di xala çareseriyê de bawerî çêbibe, divê dewlet baweriyê bide ku dev ji van polîtîkayan berdaye. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya li pirsgirêka kurd weke nêzîkatiya li Rêber Apo were nirxandin. Heger li ser Rêber Apo nêzîkatiyeke dewamkirina tecrîdê hebe, wê ji bo çareseriyê bawerî nemîne. Dê gelê mû tevgera me baweriya xwe bi dewletê neynin. Ne tenê rakirina tecrîdê her wiha ji bo gelê me bawer bike ku dewletê dev ji siyaseta xwa ya sedsale berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”
‘YEKEM AVÊTINA GAVÊN HIQÛQÎ YE’
Kartal destnîşan kir ku di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de şoreşa Rojava pêk hat û wiha axivî: “Bi gotineke din, ev rejîma ku sed sal e siyasetên înkar û îmhayê dimeşîne, ji bo bidestxistina encaman di vî şerê li ser teknolojiyê de her tişt seferber kiriye. Loma jî di navbera dewleta niha û dewleta deh sal berê de ferq heye. Ji ber vê jî êdî dewlet nikare vê bêçareseriyê bidomîne. Dewlet di encama nîqaşên mezin û bazariyên mezin de, bi awayekî ku di bin kontrola xwe de, bi lihevkirin û nîqaşa bi Rêbertî re pêvajoyekê bi pêş xistiye. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê gava yekem avêtina gavên hiqûqî ye. Ji ber çûn û hatina Îmraliyê hatin darizandin. Divê sibe tiştek neyê serê mirovan û ev pêvajo li ser bingeheke qanûnî bê pêşxistin. Ev pêşketinên heyî vê yekê pêwîst dike. Dewlet dê dîsa jî hewl bide ku bi qasî ku ji destê xwe tê kêm mafan bide. Lê têkoşînek tê meşandin. Lazim e wisa were fêmkirin. Heya ku ev yek pêk were, hêzên têkoşîna azadiyê wê têkoşîna xwe bidomînin. Ev pêvajoya têkoşînê di hundir, derve û navneteweyî de xwedî gelek pîvanan e. Her ku têkoşîn pêş bikeve, wê şert û mercên ku rê li ber çareseriyeke mayînde vekin, werin afirandin.”
Kartal da zanîn ku divê teqez tevgera azadiyê jî têkilî were danîn û were agahdarkirin û wiha got: “Konseya Rêveber a KCK'ê beriya niha helwesta xwe ji raya giştî re ragihandibû. Diyar kir ku ew ê her cure destekê bidin pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye. Lê helbet di asta rêxistinî de bi PKK’ê re di hin mijarên ku wan eleqedar dike de têkilî çêdibe. Îhtîmal e ku di dema pêş de Rêber Apo bi hêzên dewletê yên ku pê re hevdîtinê dike re bikaribe formulên guncav pêş bixe.
MA / Firat Can Arslan