STENBOL - Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat got ku Erebên Elewî yên li Sûriyeyê bifikarin û got ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê referanseke baş e.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat geşedanên li Sûriyeyê û êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Firat, anî ziman ku gelên Sûriyeyê êşên mezin kişandin û niha jî ew xetere li ser gelan heye. Firat, bal kişand ser êrişên HTŞ’ê yên li ser bawerî û gelên cuda û got: “Mîna 12-13 sal berê dîsa xelk ji cih û warên xwe tên kirin. Li dijî gel û baweriyên cuda cihêkarî tê kirin. Ev yek, ji bo mirovahiyê şermekî
mezin e.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat
'LI ROJHILATA NAVÎN SÎNOR JINÛVE TÊN XÊZKIRIN’
Firat, got ku Kurd dixwazin li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê têdikoşin û rastî komkujiyan tên. Divê gelên Sûriyeyê bi xwe qedera xwe diyar bikin. Niha li Rojhilata Navîn sînor jinûve tên xêzkirin. Civak, gel û bawerî ji ber ziman û çanda xwe tên koçberkirin. Divê her kes li dijî vê rewşê dengê xwe bike. Tirkiye li şûna pêşî li êrişan bigire, HTŞ’ê muxatab digire û gefan li gelên din dixwe. Piraniya çeteyên di nava HTŞ’ê de ji Sûriyeyê nînin. Ji bo pereyan zilmê li gel dikin. Ji xelkê wir re dibêjin ‘ji vê xakê derkevin.’ Gelê me û yên li Sûriyeyê xizmên hev in. Erebên Elewî yên li vê derê pir bifikar in. Divê civakên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl li dijî vê rewşê gotina xwe bikin.”
PIŞAFTINA LI DIJÎ ELEWIYAN
Bi domdarî Firat anî ziman ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn referanseke û wiha got: “Şert û mercên pêkvejiyanê bi destûra bingehîn hatiye misogerkirin. Elewiyên li welêt hêj jî daxwaza hemwelatiya wekhev dikin. Elewî bi polîtîkayên pişaftinê re rû bi rû ne. Ên ku nikarin tiştekî ji HTŞ’ê re bibêjin, ji Elewiyan re dibêjin ‘dengê xwe dernexînin.’ Divê saziyên elewiyan jî bi roleke çalak rabin û gotina xwe bi dengekî bilind bikin.”
'DEMOKRASÎ HÊMAYA SEREKE YA AŞTIYÊ YE’
Têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û peyamên hatine dayin jî Firat ev nirxandin kir: “Fikara tu kesî ji gotinên têkildarî biratiyê û aştiyê nîne. Divê her kes ji bo aştiyê gotina xwe bike. Divê her kesê ji şer re bibêje ‘êdî bes e.’ Em mercên pêkvejiyanê ava bikin. Ji ber nasname, ziman û baweriyê em cihêkariyê li tu kesekî nekin. Hêmaya sereke ya avakirina aştiyê jî demokrasî ye. Divê Tirk bikarin mafên Kurdan biparêzin. Li gorî min divê saziyên Elewiyan jî beşdarî pêvajoya nû bibin. Divê aştî, di navbera hemû beşên civakê de bê kirin. Ocalan, Meclisê nîşan dide. Dema hevdîtin gihiştin astekê, dê Elewî jî di nav pêvajoyê de cih bigirin. Dikarin ji bo vê pêvajoyê pir sûdewer bin û bi rolekî çalak rabin.”
MA / Yeşîm Tukel