RIHA – Kesên tevlî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bûn diyar kirin ku ew peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî derdikevin û gotin, "Em ne bi Erdogan, ne jî Bahçelî ne jî ji kesekî din bawer in. Tenê baweriya me bi Seroke me tê."
Nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin û di roja 15’an de berdewam dike. Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan nirxandin.
Emîne Şenyaşar a tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û sermayê tevlî nobedê bû, diyar kir ku xizmên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û wiha axivî: "Divê ev şer bi dawî bibe. Divê ji bo her kesî edalet hebe. Divê girtiyên ku nehiqûqî hatine girtin demildest serbest bên berdan. Êdî bila kes jiyana xwe ji dest nede. Em êdî zilmê naxwazin. Çi ji Kobanê dixwazin? Gelê Kobanê bi sedan, bi hezaran sal in li wê axê dijîn. Ev zilm dê çiqas bidome? Divê dayik werin cem hev û zilmê rawestînin. Ez bi salan li ber edliye û wezaretan li dijî zilmê rûniştim. Ger dayik bi hev re rabin û dengê xwe bilind bikin wê ev xwîn raweste."
NÎQAŞÊN ÇARESERIYÊ
Welatiyê bi navê Ahmek Karak (65) da zanîn ku zêdetirî 40 sal in şer dewam dike û wiha axivî: “Her cara ku ji me re digotin 'Wê çareserî çêbibe' li pişt wê lîstikek dihat lîstin. Aştiyeke bêbingeh ne mimkun e. Heger em behsa çareseriyê dikin, divê birêz Abdullah Ocalan nêrînên xwe bi awayekî azad parve bike. Ger em li vir li dijî êrîşên li ser Kobanê nobetê bigirin, ev tê wê wateyê ku tiştek xelet e. Rêya aştiyeke bi rûmet di azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan re derbas dibe. Heya ku ev yek neyê kirin, tiştek ku were axaftin wê negihîje armanca xwe. Bêyî birêz Ocalan ne mimkûn e ku gavekê bê avêtin. Ji azadiya birêz Ocalan wêdetir gavavêtinek baweriyê nade mirov.”
DAXWAZA AZADIYA OCALAN
Îbrahîm Halîl Kiliç diyar kir ku li Rojhilata Navîn li gelek cihan şer hene û diyar kir ku êdî dema aştiyê hatiye û wiha got: “Aştî ji şer dijwartir e. Rêberê me niha girtî ye. Hin axaftin tên kirin, lê em dixwazin bibihîzin ka çi dibêje. Ji bo em zanibin çi dibêje, divê azad bibe. Niha jî behsa danîna çekan dikin, lê dîsa jî aştî bi azadiya rêberê me pêk tê. Niha gelek hevalên me bi awayekî derqanûnî di girtîgehê de ne. Divê girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan.”
‘GER ŞER HEBE AŞTÎ NE PÊKAN E’
Reşat Yildiz (63) anî ziman ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin û got, “Ji bo pirsgirêka kurd were çareserkirin divê di serî de Serokatî û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Ger şer hebe aştî ne pêkan e. Behsa aştiyê tê kirin, lê gefa êrîşa li ser Kobanê tê xwarin. Gelo aştiyeke bi vî rengî çêdibe? Pirsûs û Kobanê yek in. Em bi xizmên xwe yên li pişt sînor re wek goşt û neynûk in. Zilma ku li wan hat kirin li me hat kirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin. Ne tenê rakirina tecrîdê, divê birêz Ocalan demildest azad bibe.”
‘EM TENÊ BI SEROK BAWER DIKIN’
Halîl Demîrê (58) ku beşdarî çalakiya nobedê bûye wiha axivî: “Aştiyeke bi rûmet bi Serok pêkan e. Ger Serokê me azad nebe, em jî azad nabin. Baweriya me bi Erdogan, Bahçelî û kesekî din nayê. Em tenê bi Serokatî bawer dikin. Ger serokê me azad be em dikarin behsa aştiyê bikin. Baweriya me bi dewleta tirk nîne. Dema Serokê me azad bibe, rêya çareseriya demokratîk vedibe. 10 sal berê em li ser sînorê Kobanê bûn û îro jî li vir in. Dema li Kobanê şer hebe, li Pirsûsê aştî pêk nayê. Kobanê û Pirsûs yek in.”
‘DIVÊ MAFÊN DEMOKRATÎK BÊN NASKIRIN’
Mehmet Îdî (54) anî ziman ku heta êriş li ser Kobanê hebin ne pêkan e ku aştî pêk were, Pirsûs û Kobanê yek in û wiha got: "Sînorên çêkirî yên sed sal berê li Lozanê hatin xêzkirin nikarin me ji hev cuda bikin. Kobanê tê wateya Pirsûsê. Kurdistan çar parçe nîn e, yek e. Kurd wek kurdên berê nîn in. Kesek nikare bi lîstikên erzan me bixapîne. Îro birêz Ocalan li pişt çar dîwaran e û dema tiştekî bibêje dê her kes gotina wî qebûl bike. Lê dîsa jî girtî ye û pêwîste di zûtirîn dem de were azadkirin. Nexwe em di wê baweriyê de ne ku aştî pêk were. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê mafên kurdan yên demokratîk bên naskirin.”
Recep Cizlak (61) anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd girîng e û got, "Pêwîste bi Rêberê me re biaxivin. Gelek girtiyên siyasî li hundir çi kirine? Aştî ew e ku bi muxatabên xwe re biaxivin, em hêmanên bingehîn ên vê axê ne. Em bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn û em li cihekî din nehatine vê derê.”
‘DIVÊ HEMÛ GEL WEKHEV BIN’
Mehmet Şefîk Aksyoy endamê Kongreya Îslama Demokratîk e, ji Sêrtê beşdarî çalakiyê bûye û têkildarî mijarê wiha axivî: “Em doza wekheviya di navbera hemû gelan de dikin. Em dixwazin wekî hemû gelên din bijîn. 40 sal in xwîn diherike û çare nîne. Ev bi aştiyeke bi rûmet pêkan e. Di Îslamê de wekhevî heye. Îslam dibêje 'Hûn hemû bira ne'. Yên ku aştiyê nakin yekitiya Îslamê xera dikin. Îslam ne li dijî tu nijadî ye. Em yekîtiya netewî diparêzin. Pêwîst e hemû alimên Îslamê rastiyan bînin ziman. Ezabekî giran li benda kesên ku rastiyê înkar dikin e.”
‘PÊWISTÎ BI PERGALEKE DEMOKRATÎK HEYE’
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû jî wiha got: "Rêya aştiya bi rûmet tenê bi îradeya dev ji şer berdanê pêkan e. Hikûmetên ku dev ji şer bernedin ti carî nikarin aştiyê pêk bînin. Tenê yek rê heye; avakirina sîstema demokratîk a ku hemû nasname, bawerî û gelan bi hev re bijîn e. Ev yek bi fikra DEM Partiyê pêkan e. Bi rojan e li dijî êrîşên li ser Rojava nobedê digirin. Wezîrê ku wan tayîn kirine jinkuj e. Her wiha şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan pêk hat. Dema ku jin li Rojava şoreşê dikin, zîhniyeteke ku jinan îdam dike li ser kar e. Divê kes li bendê nebe ku em vê yekê qebûl bikin."