* Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê girtî di nava mehekê de cara duyemîn ji ber xurekan jehrî bûn. Parêzer Onurcan Aykut got ku girtî ji ber rewşê bifikarin.
* Bavê Leyla Şaylemez a 12 sal berê li Parîsê hat qetilkirin Abdulbarî Şaylemez diyar kir ku qatil Omer Guney di girtîgehê de hatiye qetilkirin û got: “Heta ku qetlîam eşkere nebe, Fransa li ber çavên me sûcdar e. Eger ne sûcdar be, nexwe divê kiryar bên dîtin."
* Nivîskar Ender Îmrek anî ziman ku peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî "pêvajoya nû" girîng in û got: "Dê Tirkiyeyeke demokratîk bibe sedema pêvajoyeke bêtir kar, bêtir nan, bêtir hilberîn."
* Endamê Komîteya Mirovên Aqilmend Lamî Ozgen diyar kir ku dewlet di pêvajoya diyalogê ya yekemîn de xwe ji avêtina gavên destpêkê yên qanûnî dûr xistiye û got: "Îro jî heman pirsgirêk li pêşiya me ne."
* Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn. Lê pirsên wekî cenaze çend roj di avê de ma, destwerdanek ji derve hatiye kirin, şopên derbeyê yên li ser laşê wê ji ber çi bûne û DNA'ya mêr a ku hatiye tespîtkirin aîdî kê ye, hîna bê bersiv in. Midûra wargehê ku di navenda îdiayan de cih digire, li ser mijarê bêdeng ma.
*Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Qamişloyê dê îro jî bidome.
* Yekemîn danîşîna doza girtî Prof. Dr. Cenap Ekîncî ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" tê darizandin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Rêvebirên Baroya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ku der barê wan de ji ber daxuyaniya ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin hatiye destpêkirin dê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê îfade bidin. (10.30)
* Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM Partiyê dê serdana CHP, DEVA û Partiya Yenîden Refahê bike. (10.30-15.30)
* Cemiyeta Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2024'an de li dijî rojnamegerên jin pêk hatine dê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)
* Civînên Koma Meclîsê ya DEM, CHP û MHP'ê dê bên lidarxistin. (10.45-12.45) ZINDÎ