ÎZMÎR - Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê girtî di nava mehekê de cara duyemîn ji ber xurekan jehrî bûn. Parêzer Onurcan Aykut got ku girtî ji ber rewşê bifikarin.
Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê nêzî 50 girtî di şeva 26’ê Kanûnê de ji ber xwarina nîskê jehrî bûn. Li şûna ku girtiyan bibin nexweşxaneyê, ji bo tedawiyê birin revîrê. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Onurcan Aykut di 2’yê Çileyê de çû serdana girtiyan û pê re hevdîtin kir. Girtiyan, dan zanîn ku rojek piştî roja jehrî bûbûn li revîrê hatine tedawîkirin.
ROJEK PIŞTRE RAKIRIN REVÎRÊ
Aykut, anî ziman ku girtî piştî mudaxileya li revîrê dîsa şandina qawîşên wan û wiha got: “Di danê sibehê de ferq kirin ku jehrî bûne û muayeneya girtiyan bi awayekî cidî tê derengxistin. Rojek piştre di dema nîvroyê de muayeneya wan tê kirin. Girtiyan jî serlêdana sûc kirin lê em nizanin ev serlêdan di çi qonaxê de ye.”
MEHEK BERÊ DÎSA JI BER XUEREKAN JEHRÎ BÛN
Aykut, diyar kir ku rewşa girtiyan baş e û wiha pê de çû: “Girtî mehek berê jî jehrî bûbûn lewma fikarên wan zêde ne. Wê demê jî muayeneya wan dereng xistine û girtiyan pirsgirêkên cidî jiayne. Me xwest têkildarî mijarê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê bersiv nedan. Girtiyan gotin ku şert û mercên tê de tên ragirtin însanî nînin. Bi bûyera dawî re êdî binpêkirina mafan derketine lûtkeyê. Piraniya girtiyan nexweş in lewma divê xwarin û vexwarin bi rêk û pêk bên kontrolkirin. Lê li vir xwarin nayên kontrolkirin.”
Aykut, da zanîn ku girtiyan li dijî binpêkirinan li deriyan xistine û axaftina xwe wiha qedand: “Ev çalakiya wan weke hinceta dirêjkirina tehliyeyê û cezayê hucreyê hatine nîşandan. Jixwe di demên dawî de cezayên hucreyê û dirêjkirina înfazê pir zêde dayin. Girtî dibêjin ku heke şertên girtîgehê wiha bidomin dê çalakiyên xwe zêde bikin. Ne tenê girtiyên siyasî, yên edlî jî van binpêkirinan dijîn. Girtiyên edlî ji ber hejmara zêde ya li qawîşan aciz in. Gelek jê li erdê dijîn. Bikaranîna ranzayê êdî bûye luksek. Her wiha pirsgirêka ava germ û hîjyenê heye. Hem girtiyên siyasî hem jî yên edlî di mijara xwarinê de pirsgirêkan dijîn.”