ÎZMÎR - Endamê Komîteya Mirovên Aqilmend Lamî Ozgen diyar kir ku dewlet di pêvajoya diyalogê ya yekemîn de xwe ji avêtina gavên destpêkê yên qanûnî dûr xistiye û got: "Îro jî heman pirsgirêk li pêşiya me ne."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin, piştî 4 salan di 23'yê Cotmeha 2024'an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk anî. Piştre jî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan a ku ji 7 xalan pêk tê, li bara raya giştî tê nîqaşkirin. Di peyamên Abdullah Ocalan de bang li hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê jî hat kirin ku bi înîsiyatîf tevbigerin, avaker tevbigerin û bêyî ku di hesabên teng û demkî de asê bibin, tevkariyên erênî bikin. Piştî hevdîtinê şandeya DEM Partiyê dest bi hevdîtinên bi nûnerên partiyên siyasî yên ku di parlamentoyê de kir. Di vê çarçoveyê de pêşî li Meclisê bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin hatin kirin. Danûstandinên ligel aliyên siyasî yên din berdewam dikin.
Nîqaşên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de pêş dikevin, di bin siya pêvajoya diyalogê ya yekem û bêçareseriyê de ku di sala 2013’an de dest pê kir, tê meşandin. Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen ku di nava Komîteya Aqilmendan a ku di pêvajoya diyalogê ya yekemîn de ji bo piştgiriya civakî hat avakirin de cih girt, diyar kir ku cara ewil ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêvakoyek hatibû destpêkirin. Ozgen anî ziman ku Tirkiye, di salên 2013-2015’an de xwest pirsgirêka kurd bi hevdîtinên rû bi rû were çareserkirin. Ozgen diyar kir ku di dawiya vê pêvajoyê de gelek faktor hebûn û got ku ji van ya yekem zelalnebûna çareseriya pirsgirêka kurd a sed salî bi rêbazên demokratîk û bidestveanîna mafên kurdan ên destûra bingehîn bû. Ozgen got: "Dudiliya dewletê ya sed salî hebû. 2 salan gavên destpêkê yên qanûnî nehatin avêtin. Em ji bo berdana girtiyên nexweş bi mehan tevgeriyan û me hevdîtin pêk anî. Lê bû girêko. Faktoreke din jî pêvajoay guherînê ya Rojhilata Navîn bû ku di sala 2011'an de dest pê kiribû. Û Tirkiyeyê ji bo vî şerê wesaytê veberhênanî kiribû. Lewma pêvajoyeke bi neyteke poztîf dest pê kiribû, ber bi mesrayeke din ve çû."
Ozgen bi bîr xist ku di wê demê de ku gengeşe dihatin kirin, di civîna 2'yê Cotmeha 2024'an a MGK'ê de biryara rûxandina topyekûn hatiye girtin û got ku ev yek di warê siyasî de nebaweriyek afirandiye. Ozgen destnîşan kir ku ev tercîha hatiye kirin 10 sal in di warê polîtîk, siyasî û aborî de bûye sedema bedêlên giran.
Ozgen diyar kir ku dewlet di pêvajoya diyalogê ya yekemîn de xwe ji avêtina gavên destpêkê yên qanûnî dûr xistiye û got: "Îro jî heman pirsgirêk li pêşiya me ne."
Ozgen da zanîn ku piştî wê pêvajoyê tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê ava bûye û got ku tevî pêkanînên tekparêz, otorîter û antîdemokratîk jî ev tifaqa di warê encamgirtinêd e zehmetiyê dikişîne. Ozgen destnîşan kir ku lewma peywir dane Devlet Bahçeliyê ku bi awayekî xedar li dijî pêvajoya 2013-2015'an de rabûye û got: "Ev geşedanên dawiyê tenê ne bi Bahçelî ne. Ev konsensusa hevpar a dewletê ye. Her wiha ev sal û nîvek e jî li qada navneteweyî kampanyayeke tê meşandin. Hiqûqnas, siyasetmedar, xelatgirên Nobelê kampanyaya 'Azadî ji Ocalan, statu ji Kurdistan' meşandin. Desthilat di qada navneteweyî de ji ber vê zehmetî kişand. Ji ber vê pêvajoyeke eşkere ya pêwendîdanînê dest pê kir. Lê wê di pêş de derkeve meydanê ku ka bendewariyên şênbe rçi ne."
Ozgen anî ziman ku giraniya li ser Meclisê girîng e, lê diyar kir ku erka Meclısê heye ku li gorî daxwaza Serokkomar destê xwe bilind bike û helwest bigire. Ozgen destnîşan kir ku di Mecliseke bi vî rengî de mijareke bi vî rengî ya giran heta çi radeyê dikare bi awayekî vekirî û azad were nîqaşkirin, ev cihê pirsê ye û wiha dewam kir: "Di vir de mijara herî girîng civakîbûyîna daxwaza aştiyê ye. Di dema derbasbûyî de ji ber meylên neqanûnî, daxwaza herî xwezayî ya aştiyê jî bi terorê re hat girêdan, di vî warî de astengî hene. Lê divê ne tenê derdora muxalif, hemû derdor bi her awayî têkoşîna aştiya civakî pêş ve bibin. Ji lew re aştî, siberoja hevpa re. Lewma divê hemû pêwendiyên tên danîn bên xurtkirin."
MA / Tolga Guney