AMED - Fahriye Çukur ku keça wê Rozerîn Çukur di dema qedexeyên li Sûrê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku tu tiştek nikare valahiya keça wê ava kirî tije bike û got ku dê doza keça xwe bişopîne.
Di navbera salên 2015-2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Rozerîn Çukur a 17 salî jî di 8’ê Çileya 2016’an de ji hêla hêzên ewlekariya dewlet tirk ve hate qetilkirin. Cenazeyê wê jî 5 meh piştre radestî malbata wê hate kirin. Bi ser qetilkirina Rozerîn Çukur re 9 sal derbas bûn. Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Rozerîn Çukurê de biryara “Hewceyî bi şopandinê nîne” hate dayin û serlêdanên ji bo dadgeha jor hatine kirin jî hatin redkirin.
JI WEZARETÊ PARASTINA ‘ENDAMA RÊXISTINÊ’
Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku alîkariya hiqûqî dide malbata Çukur, di 18’ê Mijdara sala 2020’ê de bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê jî têkildarî “Binpêkirina mafê jiyanê” ji Wezareta Dadê agahî xwest. Wezaretê, di 12’ê Kanûna sala 2022’yê de agahî ji AYM’ê re şand û îdiaya “Rozerîn Çukur endama rêxistinê ye” kir. Bi ser re 5 sal derbas bûn lê hêj jî AYM’ê biryara xwe ya dawî nedaye.
Êşa malbata ku lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, hêj mîna roja ewil e. Dayik Fahriye Çukur, têkildarî tiştên di nava van 9 salan de jiyayîn û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê vegot.
Fahriye Çukur, ji ewil bêhn dike cil û bergên keça xwe yên dibistanê û wiha dest bi axaftina xwe dike: “Keça min, dema unîformaya dibistanê ya zivistanê li ser bû hate qetilkirin. Ev unîforma, unîformayê dibistanê yê Komara Tirkiyeyê ye. Baş li vê binêrin, dema ev cil li ser keça min bû hate qetilkirin.”
Fahriye Çukur, da zanîn ku Rozerîn zaroka wê ya ewil bû û keça wê hem ji hêla malbatê ve hem jî ji hêla derdor û hevalên xwe ve pir jê dihat hezkirin. Fahriye Çukur, diyar kir ku nexweşiya dil a keça wê hebû lewma her tim dibir tedawiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min Rozerîn dibir dibistanê û çenteyê wê min hildigirt. Li rex dibistanê bazarek hebû. Her cara ez diçûm bazarê Rozerîn li pey min derdiket û digot ‘Dayê’ û alîkarî dida min. Poşetên di destê min de ji min distand, didanî malê û dîsa baz dida diçû dibistanê. Ez niha dizanim Rozerîn li pey min bang nake lewma ez naçim wê bazarê. Ji Rozerînê ji bo min tenê ew resmên ker û wêrdekê yên li ser dîwarên taxê xêz kirî ma ne. Piştî Rozerînê êdît tirsiyam careke din bibim dayik. Tevî Rozerînê mezin bûm.”
VALAHIYA WÊ TIJE NABE
Fahriye Çukur, destnîşan kir ku keça wê ya ku bîranînên xwe dinivîsand, ji xwendina pirtûkan û nivîsandina helbestan hez dikir û wiha domand: “Dixwest bibe psîkolog. Digot; ‘Dixwazim derdê hemû mirovan guhdarî bikim û jê re bibim alîkar.’ Min jê re digot ku ew çi biryarê bide ez ê li cem wê bim. Her wiha mereqa wê ji bo kişandina wêneyan hebû. Heta bi wêneyê kişandî xelat girtibû. Ez hêj jî valahiya nebûna keça xwe dijîm. Hêj niha jî dema sifreyê amade dikim, kevçiyê Rozerînê jî didanim ser sifreyê. Her carê keça min ji min re dibêje ‘dayê te kevçiyek zêde danî ser sifreyê.’ Ez çi bikirim, hesaba Rozerînê jî dikim. Tu kes nikare derdê min fêm bike. Ez dikevim nav cihan, banga ‘Keça min êdî were’ dikim. Lê nayê. Ji roja ew hatiye qetilkirin heta niha ne hevalek min ne jî rêhevalek min çêbû.”
‘ÊDÎ BES E’
Fahriye Çukur, pirsa “Zarokên me çima qetil kirin, ma guneha wan çi bû?” kir û axaftina xwe wiha qedand: “Malên me şewitandin, kevir li ser kevir nehiştin. Sûrên bi salan hilweşandin, kevir û xaka wê helandin. Ma sûcê me çi bû? Me çi kiribû? Ji zarokên me re gotin ‘terorîst’ û qetil kirin. Em zindî xistin nava gorê. Heta demekî dirêj cenazeyên me nedan. Dema dayin jî parçe parçe kiribûn û wisa dan. Me nekarî zarokên xwe bişûn, kefen bikin. Em dixwazin ev komkujî bi dawî bibe, ev xwîn bisekine. Me xaka wan talan nekiriye, wan xaka me talan kiriye. Dinya bû agirek û li ser me bariya. Mehek 40 roj me nekarî ji malên xwe derkevin. Me nekarî pêdiviyên xwe cîbicî bikin. Di zikê dayikan de zarok mirin, kal mirin. Xwedê heqê me ji wan bistîne.”
MA / Heval Onkol