ÊLIH - Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Êlihê 22 neguhêzbarên şaredariyê bi bihayê 327 milyon û 362 hezar û 92 TL’an da ber firotinê.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 4’ê Mijdara 2024’an de waliyê bajêr Ekrem Canalp weke qeyûm li Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de tayîn kir. Rêveberiya qeyûm, gelek neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê. 22 neguhêzbarên li taxên Huzur, Seyîtler, Îrmî, Iluh û Guneykentê bi bihayê 327 milyon û 362 hezar û 92 TL’an da ber firotinê. Ji bo neguhêzbarên behsa xeberê dê di navbera 13-24’ê Çileyê de îhale bên kirin.
'LI CIHÊ MAYÎ BERDEWAM DIKIN’
Hevşaredar Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, bertek nîşanî firotina neguhêzbaran da. Gulistan Sonuk, anî ziman ku qeyûm bajarê wan texrîb dike, ekolojî, dîrok û çanda bajar xera dike û wiha domand: “Me di 31’ê Adarê de şaredarî ji vê zîhniyeta xespkar xelas kiribû. Qeyûm, wê demê zêdetirî 3 milyar TL deyn li pey xwe hiştibû. Ev pereye, ne deynê xizmeta ji bo bajar bû. Tu pirsgirêk çareser nekiribûn. Tevahiya vî pereyî pêşkeşî alîgirên xwe kiribûn. Beriya hilbijartinê jî hinek neguhêzbar dabû ber firotinê lê piştî bertekan paşvegav avêtibû. Hinek jî bi bêdengî firotin. 15 donimên baxçeyên milet bi bedela deynên bacê firotibûn. Vê pratîkê xwe dîsa didomînin.”
Bi domdarî Gulistan Sonuk, anî ziman ku neguhêzbarên qeyûm daye ber firotinê qadên civakî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel li vir bêhn distand. Ersayên me yên ku dê xizmetên civakî yên bajar pêşwazî bikirana, qeyûm daye ber firotinê. Yek ji van jî cihekî ku dê bûbûya duyemîn mezintirîn qada daristanê. Heke qeyûm nehata tayînkirin, dê me ji bo esnafên Bazara Genimfiroşan li derveyî bajar cihek diyar bikira, binesaziya wê amade bikira û veguhesta wê derê. Dê me ew der jî ji bo xelkê bajar bêhnê lê bistîne veguheranda parkê. Xelkê taxê bi xwe jî dixwest Bazara Genimfiroşan ji wir were derxistin. Wesayîtên bargiran dikevin taxê, zarok her tim li derve ne, ji ber ku saeta xebatê tune ye qelîteya jiyanê ya şêniyên taxê ketiye. Lewma jî divê ev der bibe qada projeya civakî.”
ERSAYA WEKE QADA XANIYAN DIHAT FIKIRÎN DIFIROŞIN
Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Sonuk diyar kr ku erse bêyî nêrîna gel hatine firotin û wiha got: “Em difikirin ku li ersaya li Taxa Guneykentê ku qeyûm daye ber firotinê, ji bo welatiyên malên wan ji ber lehiyê di xetereyê de ne xaniyan çêbikin. Firotina van ersayan tê wê wateyê ku êdî tu neguhêzbarên aydê Şaredariya Êlihê li vir namîne. Tê wê wateyê ku ersayeke biqasî 100 doniman dê bidin ber firotinê.”
‘KESÊN TAYÎNKIRÎ BI QEDERA BAJAR DILÎZIN’
Gulistan Sonuk, got “Em ê li dijî van firotinan dozê vekin û pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin” û axaftina xwe wiha qedand: “Dê van neguhêzbaran pir bi erzanî bifiroşin. Dê bi rêyên nefermî pereyan bixin berîka hin kesan. Em ê nehêlin li Êlihê yek bihosteka xak jî bifiroşin. Dê têkoşîna me ya li gel rêxistinên civaka sivîl ên bajar bidome. Em ê bi hev re xwedî li bajar derkevin. Her wiha niyeta wan heye ku devera çavkaniyên avê yên derveyî bajar lê ne jî li ber îmarê vekin. Dixwazin li meclisa giştî ya bajar biryarê derxînin û pêşkeşî hin kesan bikin. Dibêjin ev firotan bi biryarên meclisa şaredariyê kirine lê tu meclis li holê nînin. Meclis bêbandor kirine. Dahatên Şaredariya Êlihê pêşkeşî saziyên din dikin. Hin kes ji derve hatine û dixwazin li ser bajar xwedî gotin bin. Divê tevahiya çavkaniyên ji bo rêveberiyên herêmî tên ji bo xelkê bajar bên bikaranîn. Divê pirsgirêka avê, binesaziyê bê çareserkirin. Divê pêdiviyên civakî û çandî yên bajar bên pêşwazîkirin.”
MA / Fethî Balaman