NAVENDA NÛÇEYAN - Navên welatiyên sivîl ên duh di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan a li dijî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dayin hatin eşkerekirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li ser banga Rêveberiya Xweser, bi hezaran kesên ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîr û Kobanê duh berê xwe dan Bendava Tişrînê. Li nêzî Bendava Tişrînê dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyan kirin. Di êrişê de 5 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.
Navên kesên di êrişê de hatin qetilkirin hatin eşkerekirin. Navên welatiyên hatin qetilkirin wiha ne: Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (Ji rêveberên Koma Jinan a Zenûbiyayê), Azad Ferhan Mihemed Hesan (Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê), Mistefa Ebdî û Elî Şaşo.
NOBETA LI TIŞRÎNÊ DIDOME
Li hêla din hat zanîn ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter di saetên serê sibehê de derdora Bendava Tişrînê ku welatî lê kom bûne, bombebaran kirin. Tevî bombebaranê jî nobeta welatiyan a li bendavê didome.