ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û rojnameya Yenî Yaşamê da.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û bertek nîşanî zext, qedexe û sansûra li ser Çapemeniya Azad da. Îrmez, diyar kir ku di 2024’an de herî kêm derheqê 60 rojnamegeran de lêpirsîn hatine vekirin, 112 rojnameger hatine binçavkirin û 26 rojnameger jî hatine girtin. Îrmez, da zanîn ku di 2024’an de li 58 rojnamegeran bi giştî 135 sal û 7 meh û 28 roj cezayê hefsê hatiye birîn.
ASTENGKIRINA HESABÊN MEDYAYA DIJÎTAL
Îrmez, bi domdarî bertek nîşanî astengkirina hesabên medyaya dijîtal a X’ê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS û rojnameya Yenî Yaşamê da û wiha got: “Ev wêneyê rûreşiyê, berhema îktîdara AKP’ê ye. Îktîdara ku qanûnên sansurê besî wê nakin, bi biryarên darazê malperên ‘web’ê asteng dike û niha jî li pey astengkirina hesabên medyaya dijîtal a X’ê ketiye. Îktîdarê, ji bo astengkirina hesabên medyaya dijîtal ên rojnameya Yenî Yaşamê, MA û JINNEWS’ê xebat kiriye. Ev yek, êrişeke eşkere ya li dijî mafê agahîgirtinê ya gel e û tunekirina azadiya çapemeniyê ye.”
Di heman demê de Îrmez rojnameger Metîn Goktepe ku 29 sal berê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, Hrant Dînk, Mûsa Anter û rojnamegerên din ên hatin qetilkirin bi bîr anî.