KOCAELÎ - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Fîgen Yuksekdag re çû Girtîgeha Kocaeliyê.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk tê de cih digirin, duh li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli re hevdîtin kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê îro jî çû serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag. Nayê zanîn bê piştî hevdîtinê daxuyanî were dayin an na.