NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di şewata li bajarê Los Angelesê ya DYA’yê de jiyana xwe ji dest dayin derket 24’an.
Şewata li bajarê Los Angelesê ya li DYA’yê didome. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 24’ê. Komên agirkujiyê di dawiya hefteyê de ji bo vemirandina şewatên li Palisades û Eatonê pêş ketin. Lê belê ji ber bagera ku dê bandora wê heta roja çarşemê bidome, fikar hene ku şewat bêhtir belav bibe.
Li gorî nûçeya BBC’yê; şîrketa analîzkirina rewşa hewayî ya Accuweatherê ragihand ku dibe şewat bibe sedema zirareke biqasî 250 milyar dolaran.
Ji kesên jiyana xwe ji dest dayin 16 jê li herêma Eatonê û 8 jî li herêma Palisadesê hatin dîtin. Li van her du herêman 23 kes jî winda ne.
Di heman demê de li Palisadesê zêdetirî 23 hezar donimên erd şewitîn û ji sedî 14’ê şewatan hatine kontrolkirin. Di şewata li Eatonê de jî zêdetirî 14 hezar donimên erd şewitîn û ji sedî 33’yê şewatan hatine kontrolkirin. Di şewata li Hurstê de zêdetirî 199 donimên erd şewitîn û hema hema piraniya şewatê hatiye kontrolkirin. Beriya niha jî şewata li Kenneth, Archer, Sunset, Lidia, Woodley û Olivasê hatibûn kontrolkirin.