COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Kenan Kaya ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, got ku dermanên wan nayên dayin û terkî mirinê hatine kirin.
Kenan Kaya ku demekê li Rêxistina HDP’a Colemêrgê rêvebertî kir, piştî cezayê wî yê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatî erêkirin, di 25’ê cotmeha 2022’yan de li Îzmîrê li malê hate binçavkirin û girtin. Demekê li Girtîgeha Tîpa S a Buca ya Îzmîrê hate ragirtin û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê hate kirin. Kaya, di vê pêvajoyê de 2 caran krîza dil derbas kir. Piştî ku xizmên Kaya heqê mesrefan dayî, di demekî nêz de li nexweşxaneyeke taybet anjiyo bû. Kaya, ji 29’ê Nîsana 2024’an heta niha li girtîgeha tedawiya dermanan dibe.
ENDAMÊN MALBATÊ BANGA HESTIYARIYÊ KIRIN
Kaya, îro bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku dermanên wî qediyane. Endamên malbatê wiha gotin: “Kenan di hevdîtinê de got ku rewşa wî pir giran e û dermanên wî xelas bûne. 2 hefte berê daxwazname da lê dermanên wî nehatine dayin. Got ku ew terkî mirinê hatine kirin. Her wiha got ku di saetên serê sibehê de êşeke giran a dil dijî lê tevî vê nabin nexweşxaneyê.”
Endamên malbatê gotin ku ew ji ber jiyana xizmên xwe ditirsin û banga hestiyariyê li hemû derdoran kirin.