Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje

  • rojane
  • 10:22 24 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re axivî û got: “Ji bo piştgiriyeke xurtir ji bo çareseriyê bibe, divê dewlet hinek gavên şênber biavêje.” 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina duyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. Şandeyê, duh têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike.” Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn têkildarî hevdîtinê axivî. 
 
Eren Keskîn, diyar kir ku ew hevdîtinên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd erênî dibînin û wiha got: “Her çend nav lê nehatibe kirin jî em pir girîng dibînin. Ji bo şer bi dawî bibe em pir girîng dibînin. Lê ji bo domandina pêvajoyê û çareseriyê, divê rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û sendîka jî piştgiriyê bidin. Gelek hewcehiya me bi aştiyê heye. Îxtîmala aştiyê hêvî da her kesî. Ev îxtîmal, bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya herêmê dike. Lê ji bo hevdîtin bidomin û veguherin pêvajoya aştiyê, ji bo pêbawer be, divê çendek gav bên avêtin. Bi hezaran kesên bi neheqî hatine girtin hene. Divê beriya her tiştekî ev kes bên berdan. Qet nebe divê îşareta vê gavê were dayin.” 
 
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
 
Eren Keskîn, anî ziman ku ji bo hevdîtin li ser zemînekî pêbawer rûnin, divê polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin û wiha domand: “Divê pergala tecrîdê li hemû girtîgehan bê rakirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo rêxistinên civaka sivîl û raya giştî bawer bike û bêhtir xwedî lê derkeve, divê îradeya siyasî û dewlet gavên pêbawertir biavêje. Anku hewcehî bi gavên şênber heye. Her kes hinek jî li benda vê ye.” 
 
‘ŞER PARIYÊ NANÊ HER KESÎ DI DIZE’ 
 
Bi domdarî Eren Keskîn diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê xwestiye pêvajo civakî bibe û got: “Bang li hemû derdorên civakî kir. Îcar jî heman bang hate kirin. Şer û pevçûn, pariyê nanê her kesê li vê xakê dijî di dize. Lewma her kesî eleqedar dike. Heke hevdîtin veguherin pêvajoya aştiyê, dê pereyê ji bo şer tê xerckirin bibe para her kesî. Abdullah Ocalan lewma bangî hemû dedorên civakî dike. Anku sedema krîza aborî ya niha şer e. Lewma divê derdorên civakî piştgiriyê bidin pêvajoyê.” 
 
GUHERÎNA MAKEZAGONÎ
 
Eren Keskîn, axaftina xwe wiha qedand: “Divê derdorên civakî ji bo aştiyê bêhtir deng bidin. Li gel aştî, wekhevî û edaletê, divê ji bo efûyeke siyasî jî bêhtir dengê xwe bikin. Bi taybet jî divê partiyên siyasî yên muxalîf vê daxwazê bikin. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Ev pêvajoye têkildarî meseleya Kurd e lewma ji ewil divê newekheviya li dijî Kurdan bê bidawîkirin. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê, divê di her qadên jiyanê de wekhevî çêbibe. Weke nîşaneya mebesta baş dikarin vê bikin.” 
 

Sernavên din

15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome HATE NÛKIRIN
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin