NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê wesayîteke pêşmergeyan ji hêla Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin.
Hat ragihandin ku li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê wesayîteke pêşmergeyan ji hêla Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; di êrişê de pêşmergeyên di wesayîtê de bombebaran bûn.
Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê heta niha jî têkildarî êrişê tu daxuyaniyên fermî nedaye.
Balkêş e ku dema Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Iraqê dikir de êriş hate kirin.