WAN - Ji bo pirtûka “Parastinên Bêsînor” a Fîgen Yuksekdag, li Wanê roja îmzeyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin ku dadgeh ji bo bindestan, Şoreşa Rojava û serhildana Kobanê veguherîne kursiyên parastinê.
Ji bo pirtûka Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a bi navê "Parastina Bêsînor" li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê ya Wanê roja îmzeyê û hevpeyvînê hat lidarxistin. Hevserokê Rêxistina Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Veysî Dîlekçî, endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê jî tev li hevpeyvînê bûn.
Veysî Dîlekçî bi bîr xist ku salên têkoşînê yên pêvajoya HDP'ê girîng bûn û got: “Pêwîst bû ku fikra HDP'ê ji kedkar, jin, ciwan û hemû beşên civakê re were vegotin. Ji bo vê jî hewldan û têkoşîneke xurt lazim bû. Hevserokên me yên wê serdemê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, hewldan û têkoşîna pêwîst dan.”
Beycan Taşkiran jî salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û bal kişand ser kesên di Doza Kompasê ya Kobanê de dîl hatine girtin. Beycan Taşkiran, got: “Ji bo parastin û zindîkirina şoreşê Kobanê hê jî li ber xwe dide, hevrêyên me û gelê me li ser pira Qereqozax a Tişrînê hê jî li ber xwe didin. Meşa me ya şoreşgerî bi bedelên giran lê bi biryar didome. Di Doza Komploya Kobanê de Selahattîn Demîrtaş 43 sal, Fîgen Yuksekdag 32 sal û hevalên me yên din jî ji 15-20 ceza girtin. Dadgeh ji bo bindestan, Şoreşa Rojava û serhildana Kobanê veguherîn kursiyên parastinê.”
Abdullah Zeydan anî ziman jî ku girtiyan tevî şert û mercên girtîgehê bêyî ku têkiliya xwe ya bi ax û koka xwe re winda bikin têdikoşin û got: “Li wan zindanan bi salan berxwedan, li dijî faşîzm, zordestî û tirsandinê hat dayin.”
Çalakî bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.