* Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hewceye dewlet gavan biavêje û got: “Çepgir û sosyalist ji bo aştiyê divê bêyî dudilî bikevin nava hewldanan.”
* Siyasetmedarên Sêrtê gotin ku ji bo encamek ji nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd derkevin, divê îktîdara AKP’ê gavên şênber biavêje û hewceye Abdullah Ocalan jî ji hela fîzîkî ve azad be.
* Rêveberên tev li çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bûn, wiha gotin: “Ji bo parastina rûmeta xwe em ê paşvegavê neavêjin.”
* Di êrişên ser Bendava Tişrînê de ambulans hedef hatin girtin û 3 tenduristvanan jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak got ku hedefgirtina tenduristvanan sûcê şer e.
* Dîroktorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Reza Amiry-Moghaddam diyar kir ku sala 2024’an li Îranê ji hela înfazê ve sala herî xerab bû û got: “Bi taybet jî di nava 4-5 mehan de her roj 4-6 kes hatin bidarvekirin.”
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî rojevên heyî li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)