NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 267’an a rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?” derket. Di vê hejmarê de rojnameyê bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê.
Hejmara 267’an a rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?” derket. Di manşetê rojnameyê bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd.
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Gel ji bo av û axa xwe bûye mertal” bal kişand ser nobeta mertalên zindî ya li ser Bendava Tişrînê û 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê.
Di rûpela Jinê de jî bi sernavê “Şehîdên me rûmeta me ne” cih da nivîsa Asya Weşûkanî û bal kişand ser rol û rista kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin. Di heman rûpelê de Guhara Hesen jî bi nivîsa xwe ya “Jin avaniya civakê ye” rol û rista jinê ya di nava civakê de vegotiye.
Di bin manşetê de jî bi sernavê “Dewletê ke xo sucdar hîs kenê” cih da nivîsa kirmanckî.