STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hewceye dewlet gavan biavêje û got: “Çepgir û sosyalist ji bo aştiyê divê bêyî dudilî bikevin nava hewldanan.”
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re cara duyemîn hevdîtin kir. Şandeyê rojek piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got ku xebatên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê didomin. Her wiha Abdullah Ocalan got: “Ji bo pêşxistina modêleke ku dê rê li ber hedefên emperyal ên li ser Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bigire kedeke mezin didim.”
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û peyamên Abdullah Ocalan axivî.
'DIVÊ SOSYALÎST HEWL BIDIN’
Aslan, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Aliyê ku divê gavê biavêje, dewlet e. Tayînkirina qeyûman, girtin û êrişên ser Rojava, gumanan ser inyeta îktîdarê çêdike. Gelo nikarin qeyûmî paşve bikişînin? Dikarin. Ma nikarin biryarên DMME û AYM’ê bicih bînin? Dikarin. Lê dîsa jî tayînkirina qeyûman didome. Fikarên me hene ku îktîdar jidil nîne. Divê em ji bo pêvajoyê îktîdarê bidin zorê. Ev firsendeke. Divê em ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin. Divê çepgir, sosyalîst, alîgirên kedê û aştiyê bêyî dudilî bikevin nava hewldanan.”
'HETA KU ŞER HEBE DÊ ŞEHÎD JÎ HEBIN’
Aslan, anî ziman ku divê hemû derdor fikarên xwe yên têkildarî pêvajoyê bînin ziman û wiha domand: “Helwesta CHP’ê ya ji bo çareseriyê, dudil e. Birêz Ozgur Ozel hem dibêje ‘ez soza welatekî ji bo Kurdan didim.’ Lê li rexa din dibêje ‘ez ji pêvajoyeke malbatên şehîdan nepejirînin re nabêjim erê.’ Ev ne hincetên rast in. Jixwe heta ku şer hebe dê her şehîd hebin. Divê her kes xwe ji zemîna şer dûr bike. Tişta herî baş em bidin van kesan aştî ye. Qet nebe dê êdî kesek zarok û xizmên xwe winda neke. Divê em bikarin malbatên şehîdan qaneh bikin. Ma çi ji wê xweştire ku dayikeke Kurd û yeka Tirk ên zarokên xwe winda kirin hevdu hembêz bikin?”
BANG LI ÇÎNA KARKER KIR
Aslan, bal kişand ser budçeya ji bo şer tê veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êdî li ser pêvajoyeke ku êdî qet qala budçeya şer nayê kirin, were destpêkirin. Şer, serdestan jî zengîntir dikin. Çekfiroş, febrîqeyên guleyan û hwd. hene. Ev kes ji şer qezenc dikin. Divê çîna karker bikare bibêje ‘ev pereyê ji bo çek û şer tê xerckirin pereyê min e.’ Divê çîna karker li dijî pereyê ji bo şer tê bikaranîn derkeve.”
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Aslan, gavên divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên avêtin jî wiha rêz kir: “Divê mercên aştiyê bi wêrektir bên afirandin. Ya yekemîn; divê efûya siyasî ya giştî hebe. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Ya duyemîn; divê îktîdar tavilê xwe ji xaka Sûriyeyê vekişîne. Ya sêyemîn jî divê qeyûman paşve bikişînin. Ya çaremîn jî divê Qanûna Partiyên Siyasî bê demokratîkkirin û bi tu awayî partî neyên girtin. Divê sepanên weke benda hilbijartinê bên rakirin. Ya pêncemîn; divê zextên siyasî bên bidawîkirin, astengiyên li pêşiya çapemeniya Kurd bên rakirin. Dema wiha bû, em ê bibînin ku nîqaşên ser pirsgirêka Kurd dê hêsantir bibin. Dibêjin em 85 milyon kes in, wê demê ji bo ev 85 milyon kes bikarin bêyî fikaran vê pêvajoyê nîqaş bike, zemînê ava bike.”