Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 10:26 28 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got: “Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin.” Besê Hozat, da zanîn ku heta niha tu peyam ji wan re neçûne û got ku heke dewlet polîtîkaya çareseriyê deyne holê, ew dikarin mijara berdana çekan nîqaş bikin. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê bû, mijara pêvajoyê nirxand ku piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re destpê kir. Li gorî nûçeya ANF’ê; Besê Hozat, got; “Besê Hozat da zanîn ku heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên berbiçav nehatine avêtin û got: “Ji bo pêşketina pêvajoyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîkirina şerê heyî tişta pêwîst rakirina tecrîdê ye. Divê ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyana azad, ewlekarî, tenduristî û xebatê bên avakirin.” 
 
Besê Hozat anî ziman ku bêyî afirandina van şert û mercan ne pêkan e ku Rêber Apo rola xwe bilîze, bixebite û bang li civakê bike û ev tişt got: “Di şert û mercên tecrîdê de çawa bangeke wiha ji bo Rêber Apo tê hêvîkirin, bangek çawa tê xwestin, çawa dixwazin vekirî bang li raya giştî bike? Di şert û mercên tecrîd û îşkenceyê de ev yek pêk nayê.”
 
Besê Hozat, wiha domand: “Heta ev şert û merc neyên afirandin, ne pêkan e ku Rêber Apo rola xwe bilîze, bixebite, azad bixebite, bang li civakê bike, peyam û bangawazî ji Kurdan re bike. Ma şert û mercên Rêber Apo hatine guhertin, ma tecrîd ji holê hatiye rakirin ku Rêber Apo bi rehetî bang raya giştî û Kurdan bike, nêrînên xwe li derve bîne ziman? Parêzerên wî dibe, malbat dibe, siyasetmedar dibe, gelek beşên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin hene, saziyên sivîl hene, rêxistinên girseyî yên demokratîk hene. Ma dikare bi van hemû beşan re têkiliyê deyne, nêrînên xwe ragihîne, nirxandinan bike, peyamên xwe bide û şert û merc hatine avakirin? Na.  Ma di şert û mercên tecrîdê de Rêber Apo dikare bangekê bike? Banga ku di bin şert û mercên tecrîdê bê kirin ma rewatiya wê heye? Bi rastî di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de her bang û peyama ku dike ma hikmê wê heye? Ma ev pêkan e? Ev ne pêkan e. Di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de çawa bangek ji Rêber Apo tê hêvîkirin, çawa bang jê tê xwestin, çawa tê xwestin û hêvîkirin ku bi awayekî vekirî bang gel bike? Di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de ev ne pêkan e.” 
 
MÎNAKA MANDELA
 
Bi domdarî Besê Hozat bal kişand ser Nelson Mandela û ev tişt anî ziman: “Li cîhanê mînaka vê nîne. Mandela di kîjan pêvajoyan de rol lîstiye? Li Efrîkaya Başûr pêvajoya çareseriyê û pêvajoya aştiyê çawa pêş ket? Ev bi guhertina şert û mercên Mandela pêk hat. Ji bo Mandela şert û mercên jiyana azad û xebatê hat dayîn. Bi her kesî re têkilî danî, hevdîtin kir, nîqaş kir û nêrînên xwe parve kir. Bangên xwe kir û peyamên xwe ji her kesî re gihandin. Ev hemû piştî ku ew şert û mercên tecrîdê hatin rakirin pêş ket. Li her derê cîhanê wisa ye. Hemû mînak jî wiha ne. Niha jî wê tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo bê ferzkirin, tecrîdeke mutleq, pergala êşkence û tecrîdê wê 25-26 salan bi awayekî sîstematîk bê domandin, bêyî ku di şert û mercên Rêber Apo de guhertin çêbibin wê tecrîdek pir giran bê meşandin, wê di şert û mercên jiyana azad û xebatê ava nekin û li benda banga Rêber Apo, li benda peyamekê ne. Ev bendewarî kêm in. Ev bendewarî ne rast in.
Ji bo Rêber Apo ku bi awayekî azad bixebite, peyamê bide her kesî, bang li her kesî bike -Tevger jî di nav de divê tecrîd were rakirin. Pêwîst e ku tecrîd demildest were rakirin. Hewceye şert û mercên jiyana azad, ewlehî, tenduristî û xebatê bên avakirin.” 
 
'MAFÊ HÊVIYÊ NABE MIJARA BAZARÊ’ 
 
Besê Hozat anî ziman ku nabe “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bibe mijara bazarê û wiha got: “25 sal derbas bûn. Li gorî dadgehê, li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan, li gorî Zagona Navneteweyî, divê Rêber Apo ji mafê hêviyê sûd werbigire. Divê tecrîd were rakirin. Divê Rêber Apo serbest were berdan. Divê azad bixebite. Divê di aliyê fîzîkî de azadî bibe. Qanûna navneteweyî vê yekê dibêje. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê çarçoveyê de biryar da. Ji bo guhertinên qanûnî salek dem da Tirkiyeyê. Bêguman ev encama pêngava azadiyê ya gerdûnî ye.  Di vê qonaxa hatinê de ev tişt neyên kirine, ji Rêber Apo her tiştî dixwazin. Ev nayê qebûlkirin. Mafên qanûnî yên bingehîn ên Rêber Apo nabe ku bibe mijare bazarê. Beriya ku tiştan ji Rêber Apo bixwazin ji bo mafê hêviyê divê di parlamentoyê de qanûn bê derxistin.”
 
‘HEKE PIRSGIRÊKA KURD WERE ÇARESERKIRIN DÊ ŞER XELAS BIBE’
 
Besê Hozat, wiha domand: “Ji ber ku heke pirsgirêka Kurd were çareserkirin, wê şer bidawî bibe. Ma ev desthilat wê çawa xwe xwedî bike? Ev desthilat ji şer, kaos, krîzê xwe xwedî dike. Ji dijberbûnê xwe xwedî dike. Ger pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin, Tirkiye demokratîk bibe, li holê şer namîne. Dijberî jî namîne. Bê edaletî jî namîne. Pirsgirêka demokrasiyê namîne. Pirsgirêka edaletê namîne. Bê hiqûqî jî namîne. Ew ê ji kûderê xwe xwedî bike? Çavkaniyên ku jê xwedî dibe wê biçikin. Ji ber ku hemû polîtîkayên xwe li ser şer, krîz, kaosê avakiriye, difikire ku wê bikeve û têk biçe. Ji ber vê yekê her tim şer sor dike. Dijminatiya Kurdan dike. Heta ku jê tê li her derê êrîşên xwe dijwartir dike. Her roj girtina dike. Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li Rojava, Kurdistanê bidomîne. Li Başûrê Kurdistanê didome. Her tim şer kûr dike. Her tim şerê taybet û psîkolojîk dijwartir dike û zêde dike.”
 
Ji xwe bi Kurdan sînordar nake. Niha êrîşî hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dike. Ne tenê hêzên demokratîk. Ew êrîşî lîberalan dike. Ew êrîşî muxalefeta pergala navxweyî dike. Ew êrîşî her kesên ku dengê derdixin û muxalefetê dikin, dike. Hunermendên ku beşdarî Geziyê bûbûn yek bi yek digire. Li ser wan zexteke dijwar dimeşîne. Şaredariyan desteser dike. Êdî tenê li Kurdistanê desteser nake. NIha dest bi desteserkirina şaredariyên CHP’ê jî kiriye. Di bin navê nelirêtiyê şaredariyan desteser dike. Ger desteser nake jî yên ji hêla hilbijêran ve tên hilbijartin jî bêrûmet dike. Ji ber vê yekê baweriyê nade.”
 
Besê Hozat, got: “Niha bi rastî hewldanên Rêber Apo yên hêja hene. Eşkereye ku din nava dewletê de jî nêzîkatiyeke wisa heye. Li gel dijberiya desthilatê, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Rêbertî vê yekê hîs dike û dibîne. Dixwaz piştgirî û hêzê bide wan. Bi hemû hêza xwe dixebite. Bi rastî jî divê mirov Rêbertiyê bi tenê nehêle. Divê ev aliyê di nava dewletê de derketiye jî bi tenê nehêlin. Di serdema AKP’ê de jî dem bi dem aliyên wisa derketin. Di 2005’an de nûzîkatiyeke wisa di nava dewletê de pêş ket. Lê AKP ji bo berjewendiyên xwe û berjewendiya desthilata xwe ev alî îstîsmar kir. Vê yekê veguherand amûreke polîtîk. Nêzîkatiya di nava dewletê de çewisand û tasfiye kir. Ji hemûyan hêz girt.
 
DIVE HER KES BI HEMÛ HÊZA XWE TEV LI PÊVAJOYÊ BIBE 
 
Niha ji bo heman aqûbetê nejî pêvajoya 2013-2015’an jî hema e. Yanî ji bo berjewendiyên xwe pêvajo îsîtîsmar kir. Ji bo AKP heman pêvajoyê nejî û têk biçe divê mirov çi bike? DIvê piştgiriyeke xurt bidinê. Ji ber vê yekê, divê hemû komên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civakî, Elewî, jin, ciwan, hemû hêzên demokrasî, hemû beşên demokratîk, hemû bawerî, her kesên demokrasî, aştî, edalet û azadiyê diparêzin, divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û bi xurtî beşdar bibin. Ji bo serketina pêvajoyê têbikoşin. Divê xebat bê meşandin. Divê xwedî lê derkevin. Divê li her deverê seferber bibin.
Ji ber vê yekê, ev pêvajo pir girîng e. Di vê pêvajoyê de, hemû dijber, hemû alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî, divê hemû beşên dijber, muxalefet hêza xwe bikin yek û bi hev re têkoşîna çareseriya demokratîk bimeşîne. Divê piştgiriyê bidin ev hewldanên Rêber Apo. Hêz û piştgiriyê bidin ev beşên dewletê. Li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd, li ser bingeha demokratîkkirina Tirkiyeyê, ji bo serketina wê û encamê bigirin, divê her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ev gelekî girîng e.
 
Ger edalet were Tirkiyeyê, ger aştî were, demokrasî were, hiqûq were rêya vê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de derbas dibe. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn bingeha wê di pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Sedema sereke ya ku Tirkiye ewqas zordar e, faşîst û dijdemokrat çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Polîtîkayên qirkirinê û şer e.
 
Divê niha civaka Tirkiyeyê jî vê fêm bike. Pêdivî ye ku muxalefet kûr fêm bike. Divê bi hev re van lîstikên desthilatê vala bên derxistin. Ev di têkoşînek hevpar, yekbûyî derbas dibe.
 
JI ME RE TU PEYAM AN JÎ NAME NEHATINE
 
Heta niha, ji Rêbertiyê tiştek nehatiye. Yanî ne name, ne jî peyamek rasterast nehatiye. Lê em li bendê ne ku wê bê. Gava ku hat em ê binirxînin, em ê li gorî wê tevbigerin, em dikarin vê bibêjin. Lê heta niha nehatiye. Em difikirin ku wê were û em li bendê ne. 
 
'HEKE ÇARESERÎ BIBE DÊ BERDANA ÇEKAN WERE NÎQAŞKIRIN 
 
Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye, çek heye. Ger polîtîkayên li ser gelê Kurd ên tinekirin, tinehesibandin û qirkirinê nebûna, wê demê têkoşîna çekdarî jî pêş nediket, yanî PKK jî ava nedibû.  Sedema avabûna PKK’ê, destpêkirina têkoşîna çekdarî ya di sala 1984’an de, ev têkoşîna biheybet ya tevî berdêlên mezin jî bi awayekî bibiryar dewam dike û mezin dibe, ji ber polîtîkayên tinehesibandin û tinekirinê yên li ser gelê Kurd in.  Yanî ji ber wê ye ku pirsgirêka Kurd girêdayî bingeheke demokratîk nayê çarserkirin. Sedema sereke ya têkoşîna çekdarî jî ev e. Ger îro hê jî berdewam bike, sedema wê ew e ku ev sedem hê jî li holê ranebûne.
 
A niha pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk nehatiye çareserkirin û Tirkiye hê jî ne demokrat e. Bi qasî ku pirsgirêka Kurd berdewam bike wê çek jî hebe, têkoşîn û berxwedan berdewam bikin. Bêyî ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê gelê Kurd çawa bê parastin were hiştin? Li ser gelê Kurd şerekî qirkirinê tê meşandin, şerê tinekirinê heye. Heya ku dawî li van polîtîkayên tinekirin û qirkirinê neyê, gelê Kurd wê çawa weke qurbaniyan radestî vê çerxa qirkirinê bike û xwe bê parastin bihêle. Ma ev qas berdêl, destkeftî û nirxên azadiyê belasebeb hatin dayîn yan jî hatin bidestxistin? Helbet na, ji ber vê yekê bi qasî ku şerê qirkirinê berdewam bike, polîtîkayên tinehesibandin û tinekirinê berdewam bikin, heya ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk neyê çareserkirin wê têkoşîn û berxwedana çekdarî jî berdewam bike.
 
Eê vê yekê bi awayekî eşkere diyar bikin. Pirsgirêka Kurd wê girêdayî bingeheke demokratîk çareser bibe. Di vê mijarê de ger dewlet niyeta xwe ya baş nîşan bide, îradeya xwe nîşan bide, polîtîkayeke çareseriyê pêş bixe; Bi Rêber Apo re rûnê û girêdayî bingeha demokratîk pirsgirêkê çareser bike, wê demê helbet wê mijara çekan jî were nîqaşkirin.
 
RÊBERTÎ MODELA CIVAKA DEMOKRATÎK PÊŞ DIXE 
 
A niha Rêber Apo li Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixebite. 24 saetan bi awayekî zêde li ser vê yekê dixebite. Ger ev pêvajo pêş bikeve, pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê demê helbet mijara çekan wê were nîqaşkirin. Ti rastiya gotinên rayedarên dewletê û çapemeniya desthilatdariyê yên weke “Qediyan, dawî li wan hat û tengav bûn” tine ye. Bi rastî jî ji bo têkçûn û lawazbûna xwe veşêrin, ji bo rastiyên xwe veşêrin li hemberî gel û civakê van yekan tînin ziman.
 
Niha Rêbertî bi temamî li ser vê paradîgmayê xebatek dimeşîne. Dixwaze pirsgirêka Kurd li gorî vê paradîgmayê çareser bike. Ji lewra qasî ku me jî şopandiyê, bi taybetî encamên ku ji hevdîtînan derketî vê fêm dikin: Rêbertî peywendiya dewlet û demokrasiyê, dixwaze bi xebatekî di bingeha çareseriya civaka demokratîk de dest digire çareser bike. Yanî dewlet û demokrasî bi hev re dikare çawa jiyan bike? Peywendiya dewlet û demokrasiyê çawa dikare were sazkirin? Ev peywendî, dikare çawa bigihîje bingehekî zagon û destûra bingehîn?
 
Demokrasî, şewazê rêvebirina civaka demokratîk e. Dewlet jî, bi temamî li ser civakê amûrê zextê ya hegemonîk e. Niha, li Tirkiyê ev pêkhateya dewletê ya faşîst, qirker, yekparêz dikarin çawa li hemberî demokrasiyê hestiyar bikin? Em dikarin vê pêkhateya dewletê li hemberî demokrasiyê çawa rêzdar bikin? Bi modela civaka demokratîk a rêveberiya cewherî re peywendiya dewleta çawa dikare were sazkirin? Hiqûq, zagon û destûra bingehîn a vê peywendiyê dikarin çawa ava bikin? Niha qasî ku me fêmkir, Rêbertî li ser van serê xwe zêde diêşîne. Birastî jî kedek mezin dide û enerjî xerç dike.
 
Ji lewra Rêbertî niha li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê kedek zêde dide. Ya rast, tenê ji bo demokratîkbûna Tirkiyê ne, ji bo demokratîkbûna herêmê helwdanek zêde dide. Mînak, li Îranê çareseriyek çawa dibe? Li Sûriyê çareseriyek çawa dibe? Bi giştî herêm çawa dikare were demokratîkirin? Lîstîkên emperyal û kapîtalîst ên li ser gelên herêmê çawa dikarin vala derxin? Rêbertî li ser van pirsan gelek hewldan nîşan dide û enerjî xerç dike. Em vê temaşe dikin, dişopînin û dibînin. Jixwe em fêm dikin; her kesê ku parêznameyên Rêbertî bi kûrahî lêbikole, dest bigire û têbigihîje, wê fêm bike ku Rêbertî li ser modelekê çareseriyê çawa lêhûr dibe. Ev gelek vekiriye.
 
GELO DEWLET AMADE YE?
 
Dewlet a niha di nava dudilîyeke mezin de ye. Dizane ku êdî ev pêvajo bi vî rengî berdewam nake. Ev bi awayekî eşkere li ber çavan e. Çi bike jî nikare vê tevgerê û têkoşînê biçewisîne.  Ne pêkan e ku rê li ber têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bigire. Êdî li seranserê cîhanê û li her çar perçeyên Kurdistanê rastiya gelekî Kurd ê gelekî zana, xwedan îrade, xwebirêxistinkirî û polîtîkbûyî heye. Têkoşîneke birêxistinkirî heye. Ev yek her ku diçe kûrtir dibe. Ev yek di nava civaka Kurd de belav bûye û ne pêkan e ku were tasfiyekirin. Ji ber vê yekê dewlet, a niha di nava lêgerînekê de ye.  Lê belê hê jî ev yek bi awayekî tam qebûl nekiriye. Jixwe şerekî pir cidî û têkiliyek bi hev re berdewam dikin.  Yek ji sedema vî şerî û van êrîşan nezelalbûn û dudiliya dewletê ye.
Ji ber wê yekê tişta esas têkoşîna gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, jin û ciwanan e. Bi rêya têkoşîneke bihêz û berfireh dewlet wê di mijarê de zelal bibe û berê xwe bide çareseriyê. Ji ber vê yekê jî têkoşîneke bihêz û yekbûyî şert e.
Dewlet a niha di nava dudilîyeke mezin de ye. Dizane ku êdî ev pêvajo bi vî rengî berdewam nake. Ev bi awayekî eşkere li ber çavan e. Çi bike jî nikare vê tevgerê û têkoşînê biçewisîne.  Ne pêkan e ku rê li ber têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bigire. Êdî li seranserê cîhanê û li her çar perçeyên Kurdistanê rastiya gelekî Kurd ê gelekî zana, xwedan îrade, xwebirêxistinkirî û polîtîkbûyî heye. Têkoşîneke birêxistinkirî heye. Ev yek her ku diçe kûrtir dibe. Ev yek di nava civaka Kurd de belav bûye û ne pêkan e ku were tasfiyekirin. Ji ber vê yekê dewlet, a niha di nava lêgerînekê de ye.  Lê belê hê jî ev yek bi awayekî tam qebûl nekiriye. Jixwe şerekî pir cidî û têkiliyek bi hev re berdewam dikin.  Yek ji sedema vî şerî û van êrîşan nezelalbûn û dudiliya dewletê ye.
 
Ji ber wê yekê tişta esas têkoşîna gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, jin û ciwanan e. Bi rêya têkoşîneke bihêz û berfireh dewlet wê di mijarê de zelal bibe û berê xwe bide çareseriyê. Ji ber vê yekê jî têkoşîneke bihêz û yekbûyî şert e.
 
EM JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ AMADE NE 
 
Di nava şert û mercên şerê cîhanê yê 3'yemîn de ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewime, yekîtiya neteweyî ya Kurdan careke din kete rojevê. Eger yekîtiya Kurdan pêk were, dikarin di dîzaynkirina herêmê de bi roleke bi bandor rabin. Dikarin statuya xwe ya siyasî û nasnameya xwe bi dest bixin, hebûn û azadiya xwe misoger bikin. Lê belê eger Kurd ji hev parçe bimînin, di vê pêvajoyê de dikarin bêbandor bimînin.
 
Dîrok niha firsendên gelekî girîng pêşkêşî Kurdan dike. Kurd li herêmê bûne hêza herî diyarker. Di siyaset û hevsengiyên herêmê de aktorekî bingehîn e. Di nava vê konjonkturê de yekîtiya demokratîk a Kurdan gelekî girîng e. Di nava gel de pirsgirêka yekîtiyê nîne. Hişmendî, ruh û hestê neteweyî gelekî xurt e. Dema ku êrîş li ser cihekî tê kirin, li her derê piştevanî û refleks tê nîşandan. Li pêşberî vê daxwaza yekîtiyê ya xurt, divê piştgirî ji her hewldanek ji bo yekîtiya neteweyî re bê dayin. Em jî piştgiriyê didin van hewldanan. Li Rojava hewldanên bi vî rengî hene, ev hewldan jî gelekî hêja ne. Em jî amade ne ku bi her awayî tevkariyê li yekîtiya neteweyî bikin. Ev pêvajo ji bo pêkanîna yekîtiya demokratîk weke wezîfeyeke bingehîn li pêşberî me ye.
 

Sernavên din

02/02/2025
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan