WAN - Welatiyê bi navê Orhan Arvas li navçeya Miksê ji hêla cerdevan Halît G. ve hate kuştin.
Cerdevanê bi navê Halît G. (40), li gundê Arvasê yê navçeya Miksê ya Wanê kesê bi navê Orhan Arvas (45) bi çekê kuşt. Hat zanîn ku bûyer duh qewimî ye û Halît G. hatiye binçavkirin. Der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. Hat îdiakirin ku di navbera Halît G. û Orhan Arbas de ji ber “erd” nîqaş derketiye.