Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne

  • rojane
  • 11:05 28 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku di mijara yekparetiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî de di navbera wan û rêveberiya Şamê de ji hêla nêrînê ve pirsgirêk tune ye û got: “Ji bo çareseriyê me daxwazên xwe jê re gotin û em li benda bersivê ne.” 

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyaloga di navbera HSD û HTŞ’ê de û xebatên yekitiyê yên di navbera partiyên Kurd de pirsên ANHA’yê bersivand. Ebdî, ji bo rojnamege Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di êrişa dewleta tirk de hatin qetilkirin, sersaxî xwest. 
 
'HEMÛ DERDOR HEWL DIDIN JI FIRSENDAN SÛD BIGIRIN’ 
 
Ebdî, bal kişand ser hilweşîna rejîma Esad û geşedanên piştî wê û got ku hilweşîna rejîmê di serî de Kurd rê li ber keyfxweşiya hemû gelan vekir. Ebdî, wiha got: “Gelên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, ji destpêka şoreşa sala 2011’an ve, beriya her kesî li dijî rejîma Esed têkoşîn meşandiye. Lewma di serî de Kurd, hemû pêkhate gelekî keyfxweş in. Îro wêneyê derdikeve holê, gav bi gav zelaltir dibe. Lê hîn li Suriyeyê ji bo hemû kesan rêyeke eşkere çênebûye. Em dibînin ku Suriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye û nikare vegere rewşa berê. Ji gelên Suriyeyê heta hêzên herêmî û navneteweyî, tu aliyek naxwaze li herêmê şerekî navxweyî yan jî alozî çêbibe. Hemû alî dixwazin ji vê guherîna niha sûd werbigirin û vê firsendê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bi kar bînin. Di destpêkê de hêzên navnetewî ji qonax û guherînê û ji yên ku gihîştin Şamê ditirsiyan, lê îro helwest û pozîsyona wan aliyan zêdetir zelal dibe. Niha ew alî dixwazin bi rêveberiya nû ya li Şamê re berdewam bikin, lê di heman demê de dixwazin wê rêveberiyê ber bi hin guherînan ve bibin. Em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dixwazin ku ev guherîn bibe bingehek ji bo qonaxeke nû li Sûriyeyê.”
 
Ebdî, anî ziman ku qonaxa nû ya li Sûriyeyê bi gelek asteng û dijwariyan rû bi rû tê û wiha domand: “Ev dihêle tirs bikeve nava tevahiya gelê Sûriyê. Ya herî girîng valahiyeke mezin a ewlehiyê heye; em dibihîzin ku ji aliyê hin derdoran ve binpêkirin têne kirin û ev binpêkirin aramiya herêmên Sûriyeyê têk bibin. Rewşa aborî hîn jî xirab e û zêdetir xirab dibe. Sûriye hîn jî di bin dorpêçan de ye, dorpêçên aborî hîn ji ser welat nehatine rakirin, hêzên navnetewî hîn negihîştine qenaeteke tam a ji bo rakirina dorpêçan. Sedema wê jî ew e ku heta niha welat negihîştiye forma rêveberiya nû ya pêwîst. Li aliyê din hêzên berpirsyar hîn negihîştine helwesteke zelal ka ev îdare guncav e yan na. Li kêlika wê nêzîkahiyên rêveberiya nû, ji bo pêşeroja siyasî ya vî welatî metirsiyê derdixîne. Metirsiya sereke jî êrişên berdewam ên ku ji derve li ser xaka Suriyeyê çêdibin e. Em hemû van mijaran wek kêşeyên li pêşiya gelê Sûriyeyê dihesibînin û rê li ber pêşketina welat digirin.
 
'JI BO ÊRIŞ BISEKININ PÊŞNIYARÊN ME HENE’ 
 
Ebdî, piştî hilweşîna rejîma Esad li Sûriyeyê piraniya şer sekinî ye û wiha got: “Ev nakokiyeke mezin û eşkere ye. Piraniya Sûriyeyê di qonaxeke rawestandina şer de ye, dibe ku hin pevçûnên biçûk hebin, lê heta astekê aramiyek heye, şer û pevçûnên mezin nîn in. Tenê li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hene. Wekî wekî we jî anî ziman, li ser herêma Qereqozaq û Bendava Tişrîn, her wiha herêmên me yên din her roj êriş hene. Bi awayekî rojane, bi balafir û topên Tirkiyeyê bombebaran çêdibe.
 
Ev nakokiyek mezin a Tirkiyeyê ye, ne li gorî wêneyê Sûriyeyê ku niha behsa wê tê kirin û dibêjin ketiye qonaxa çareserkirina kirîzê. Di demeke wiha de komên girêdayî Tirkiyeyê yên bi navê ‘Artêşa Netewî’, bi piştevaniya balafir û topxaneyên Tirkiyeyê êrişên li ser herêmên me didomînin. Bi rûxandina rêjîma Esed re, ji bo rawestandina van êrişan û ji bo ku gelê me jî mîna gelên Sûriyeyê di nava aramiyê de, her wiha ji bo ku şer bê sekinandin, me gelek pêşniyar pêşkêş kirin. Mînaka wê jî ew e ku me ji bo rawestandina êrişa li ser Kobanê, pêşniyar kiribû. Niha jî ji bo rawestandina êrişên li ser Bendava Tişrîn û devera Qerqozaqê pêşniyarên me hene û em bi riya navbeynkaran, bi taybetî bi riya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser kar dikin. Hinek aliyên din jî hene ku ji bo rawestandina êrişan erênî nêzîk dibin û em jî erênî nêzî hemû pêşniyarên ku dixwazin êriş rawestin, dibin.
 
BANG LI RÊVEBERIYA NÛ KIR
 
Lê aliyên li beramberî me li ser êrişan israr dikin û didomînin. Em hîn jî ji bo agirbesteke giştî û domdar ku herêmê jî wek hemû herêmên din ên Sûriyeyê ber bi aramiyê ve dikişînin, dixebitin û girîngiyê didin qonaxa siyasî. Lê heta niha me tu nêzîkahiyek erênî ji van aliyan negirtiye. Heta niha jî ew alî ji bilî biryara şer, negihîştine biryareke din a li ser vê mijarê. Lewma êriş hîn berdewam dikin û ji vir jî em dibînin ku berpirsyariya rêveberiya nû ya Suriyeyê heye. Pêwîste rêveberiya nû ya Sûriyeyê helwesteke zelal der barê van êrişan de diyar bike û ji bo rawestandina wan kar bike. Rêveberiya nû xwe berpirsyarê hemû Sûriyeyê dibîne û bi me re danûstandinê dike da ku em bikevin nava diyalogê û bi hev re ji bo avakirina pêşeroja Sûriyeyê bixebitin, ji ber wê erka wê rawestandina êrişan e.
 
Ev êriş li dijî hewldanên navxweyî û navneteweyî yên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê ne, ji ber vê yekê rêveberiya Sûriyeyê û aliyên ku dixwazin çareseriyekê ji kirîza Sûriyeyê re bibînin û ji bo pêvajoya siyasî û avakirina Sûriyeyê kar dikin, divê beriya her tiştî ji bo rawestandina êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar bikin.  Ji ber ku bêyî wê em weke gelên herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nikarin di qonaxa bê ya siyasî de karekî bi bandor bikin. Lewma piştgirî û xebata me ya ji bo Sûriyeyê, girêdayî rawestandina êrişên li ser herêmên me ye.” 
 
REWŞA DAWÎ YA LI DERDORA BENDAVA TIŞRÎNÊ 
 
Têkildarî rewşa dawî ya li Qereqozaq û Bendava Tişrînê jî Ebdî ev agahî da: “Bendava Tişrîn û Pira Qerqozaq ji aliyê erdnîgarî ve di navbera Minbic û Kobanê de ne. Ji bo ku êriş dom nekin û şer bi temamî raweste, me bi aliyên din re lihevkirinek çêkir ku hêzên me ji Minbicê vekişin. Lê tişta ku me dît, hewldanên derbaskirina sînorên lihevkirî û derbasbûna rojhilatê Firatê berdewam kir û êriş didomin. Sînorên ku ji bo rawestana êrişan lihevkirin li ser wan çêbûye, sînorên erdnîgarî yên xwezayî ne.
 
Li ser lihevkirina ku rawestandina şer a li sînorên aliyê rojavayê çemê Firatê mîsoger dike, em ji Minbicê derketin. Em ji wê re vekiribû ku artêşa Tirk heta cihê tirbe Silêman Şah were. Li gorî lihevkirina me Bendava Tişrînê ne di nava wê herêmê de ye ku ‘Artêşa Niştimanî’ xwe bigihînê. Lihevkirin heta gundewarên Minbicê bû. Lê wan hewl dan xwe bigihînin rojhilatê Firatê û ji aliyê Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq ve êriş kirin da ku Kobanê dorpêç bikin. Hewl dan ku bendava Tişrînê kontrol bikin, derbasî rojhilatê Firatê û devera Serrîn bibin da ku dorpêçkirina Kobanê temam bikin.
 
Lê berxwedana gelê herêmê ev yek têk bir û ew vegerandin rojavayê Fıratê. Ew hîn jî hewl didin ku derbasî rojhilatê Firatê bibin. Eger armanca wan vegerandina gora Silêman Şah be, em ji wê re vekirîne. Lê eger bibe destpêkek bo şerekî nû li ser herêmê, bêguman em rê nadin wê yekê.
 
Îro li bendava Tişrînê parastina Kobanê tê kirin. Em bi biryar in ku nehêlin ev plan û ketina bi zorê ya herêmên me pêk were. Em dizanin ku heta agirbesteke giştî û berfireh bi Tirkiye û komên girêdayî wê re pêk neyê, plana dagirkirina herêmên me yên din dê dom bike. Ji ber wê jî dê berxwedana me jî berdewam be û em careke eşkere dikin ku rê nedin derbasbûna bendavê û gihandina rojhilatê Firatê.
 
HEWLDAN DIDOMIN
 
Ji destpêkê ve hewldanên ji bo rawestandina van êrişan hene; di serî de hevpeymaniya navnetewî û Amerîka gelek hêz hewl didin. Niha jî ev hewldan didomin. Mînaka wê me derbarê Kobanê de dîtiye. Aramiya ku îro li vê herêmê û hemû herêmên din heye, encama berdewamiya piştevaniya van hêzan a ji bo hêzên me ye. Berxwedana gelên herêmê û şervanên HSD’ê ya li herêma Qereqozaq û berxwedana serdemê ya li Bendava Tişrînê bû sedem ku hemû alî piştgiriyê bidin hêzên me û hewldanên aliyan jî zêde bibin.
 
Çawa ku ji bo Kobanê tevgerek hebû, ji bo devera Bendava Tişrînê û Qereqozaq jî hewldanên agirbestê hene. Hewldanên agirbestê nehiştine ku êriş berfirehtir bibin. Lê heta niha ji bo rawestandina êrişan tu encam jî dernexistine holê.
 
Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe ya dîrokî bidomînin. Divê aliyên êrişkar jî zanibin ku ewê nikaribin bi darê zorê û hêsanî derbasî bendavê bibin. Biryara me zelal e û ew jî em nahêlin ku ev herêm bê dagirkirin. Hêzên me îspat kiriye ku dikarin soz û biryarên xwe bicîh bînin.
 
Li aliyekê berxwedana me ya leşkerî, li aliyê din jî xebatên me yên dîplomatîk wê bidomin û em di wê baweriyê de ne ku bi vî rengî wê qonax bi serketinê bi dawî bibe. Berxwedana şervanên me û ya gelê me li herêma Bendava Tişrînê, wê me ber bi qonaxeke nû ve bibe. Ev qonaxa nû wê ji agirbesteke berfireh dest pê bike û derbasî qonaxa piştî şer a diyalog û avakirinê bibe. Lewma divê hevpeymaniya navnetewî û hêzên din, daxwazên gelê me li ber çavan bigire û zextê Tirkiyeyê bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên me rawestîn e. Ez di wê baweriyê de me ku rawestandina van êrişan dê bibe sedema destpêkirina diyaloga siyasî li Sûriyeyê.”
 
TÊKILIYA DI NAVBERA HSD Û HTŞ’Ê DE: KOORDÎNASYONEKE LEŞKERÎ HEYE 
 
Têkildarî pirsa “gelo di navbera HSD û HTŞ’ê de tu pevçûn hene yan na” jî Ebdî wiha got: “Heta niha tu pevçûn di navbera me de derneketine. Dema operasyona wan destpê kir, ew bi min re axivîn û diyar kirin ku armanca wan rejîma Sûriyeyê ye û hedefa wan herêmên HSD’ê nîn e; naxwazin di navbera me de şer û pevçûn derkevin. Heta îro jî bi alîkariya navbeynkaran li Reqqa, Dêra Zor û heta bajarê Helebê di navbera me de koordinasyona leşkerî heye. Gelek alî îdîa dikin ku di navbera me de şer heye, lê tiştek wisa nîn e; dixwazin bi van îdîayan aramiya herêmê têk bibin û her du aliyan ber bi pevçûnan ve bibin da ku ji bo armancên din sûd jê werbigirin. Lê em wekî HSD’ê û aliyê Heyeta Tehrîr El-Şam jî van planan û yên li pişt wan dizani; ji ber vê yekê em ê tenê bibêjin ku planên wan dê têk biçin.”
 
'DI ŞEREKÎ ÎXTÎMALÎ DE DÊ ZIRAR BIGIHJE HEMÛ ALIYAN’ 
 
Ebdî, got ku “aliyê sêyemîn” dixwazin di navbera HSD û HTŞ’ê de şer derkeve û wiha domand: “Bêguman aliyekî sêyem heye. Hin aliyên navxweyî hene, hin dewlet bi hemû awayî hewl didin ku di navbera me de şer derxînin. Her wiha hin kesayetên Sûrî û hin komên ku fitneyê belav dikin hene. Ev bi awayekî eşkere tê kirin û ne bi diziye. Carinan em dibînin ku ew li derdikevin meydana Emewî ya li Şamê û dibêjin ku şer û pevçûn hene û bangên bi vî rengî dikin. Lê HSD û Heyeta Tehrîr El-Şam jî di nav de, hemû alî û hêzên navneteweyî  bi diyalog û projeya neteweyî re ne û çênabe şer vegere.
 
Bêguman bi vegerîna şer, wê hemû alî zirarê bibînin; beriya hemûyan jî dê Sûriyeyê zirarek mezin bibînin. Her wiha berjewendiyên hêzên navneteweyî yên li herêmê dê zirarê bibînin. Ez bawer dikim ku her kes vê yekê dizane, ji ber vê yekê tu kes naxwaze ku krîza Sûriyeyê bi şerê çekdarî çareser bibe. Vegera nakokiyên navxweyî yên Sûriyeyê dê ne li gorî berjewendiya tu aliyan be.” 
 
'ME BI EL ŞARA RE HEVDÎTIN KIR’
 
Ebdî, got ku di navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê de hevdîtin hene û wiha pê de çû: “Ez bawer dikim ku gelê me û hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin asta têkiliyên me bizanin û em gihîştine ku derê, em çi nîqaş dikin. Niha nîqaş berdewam in. Di destpêkê de em çûn Şamê da ku em nerînên wan bizanin û wan jî dixwest ku nerîna me bizanin. Me hevdîtinên dirêj bi rêveberiya Heyeta Tehrîr El-Şam re, bi Birêz Ehmed El-Şeree re pêk anîn. Hin xalên hevpar ên ku me li ser wan li hev kiriye, hene. Ev xal derbarê pêşeroj û rewşa HSD’ê ya di nav artêşa Sûriyeya pêşerojê de, yekparebûna axa Sûriyeyê, redkirina parçebûnê û pêwîstiya çalak kirina diyalog û çareseriya siyasî de ne.
 
Di warê stratejîk û bingehîn de em li ser Sûriyeyeke giştî difikirin. Em Sûriyeyeke yekgirtî dixwazin û niyeta me ya cudaxwaziyê tune ye. Gelek kes propagandayê dikin ku em li ser avakirina du artêşên li Sûriyeyê û avakirina dewleteke di nav dewletê de dixebitin. Me tu niyetek di vî warî de tune ye. Armanca me û plana me ya siyasî zelal e, di xetên bingehîn de tu cudahî di navbera her du aliyan de tune ye. Me lihev kiriye ku ji bo Suriyeyê tenê artêşek hebe û HSD beşek ji wê be. Lê li ser mekanîzma, çawanî û naveroka cîbicîkirina van xalan gotûbêj berdewam in. Deh sal in ku HSD’ê heye û ji hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tê; gelek saziyên leşkerî yên girêdayî wê hene û amadekariyên avakirina hêzeke nû jî tê kirin.
 
Mijareke ku hinekê wekî nelihevkirinê tê dîtin jî, mijara dema pêkanîna van xalan e. Niha li bendava Tişrînê şer û pevçûn hene. Ew bendav saziyeke niştimanî ye û bi giştî Sûriyeyê eleqedar dike, lewma divê ev pirsgirêk bi rêveberiya Şamê re were çareserkirin. Nakokiyek di navbera me de tune ye û ya herî girîng jî ew e ku niyeta diyalogê di navbera her du aliyan de heye. Lewma divê bi sebir tevgerkirin çêbibe. Bi lez û bez kirin dikare encamên neyînî derxe holê. Em dibêjin divê mesele gav bi gav bê fikirîn û di nava demê de bên çareserkirin da ku bibin xwedî bingehek saxlem û careke din nebin sedema pirsgirêkan.
 
PÊVAJOYA SIYASÎ
 
Em niha li ser çawaniya tevlîkirina vê herêmê di nava proseya siyasî de kar dikin û divê di vê çarçoveyê de jî zelal bin ka em ê çawa beşdarî kongreya diyaloga niştimanî ya ku dê were lidarxistin bibin an jî di hikûmeta veguhêz a ku tê gotin di mehên pêş me de were avakirin de çawa cih bigirin. Rola me di vê hikûmetê de çi ye, divê ev xal bên zelalkirin. Her wiha Sûriyeya pêşerojê dê li ser kîjan prensîban were avakirin, gelo ew ê demokratîk be yan na û dê çawa were birêvebirin? Divê ev xelal werin zelalkirin, ji ber ku ew hemû Sûriyeyê eleqedar dikin.
 
Bi giştî dikarin bejim em hemfikir in ku divê rewşa Sûriyeyê bi diyalogê were çareserkirin û rê li ber wan kesên ku hewl didin nakokiyan belav bikin bê girtin. Gelek alî û hêzên navnetewî destek didin ku em karibin li Şamê amade bin û wek hikûmeta Şamê nûnerên wan jî li herêmên me hebin.
 
DÊ BERSIVÊ BIDIN DÊ ÇEND MIJAR ZELAL BIBIN
 
Çend roj berê civînek li dar ket, me nêrîna xwe bi wan re parve kir, wan jî hinek daxwaz pêşkêş kirin û di pey re jî me daxwazên xwe ji wan re şandin. Bi baweriya min dê bersiva me bê dayîn û dema hin xal têne zelalkirin, em dikarin li ser asta fermandeyiya giştî di navbera me û wan de civînan li dar bixin da ku li ser cîbicîkirina hin gavên praktîkî kar bikin. Lê gavên ku dê bên bicîhanîn divê di nav me de bên gotûbêjkirin û zelalkirin. Ez di wê baweriyê de me ku ji niha ve dikarin li ser hin xalên wekî ‘şerê li dijî terorîstan û DAIŞ’ê, û kampa Holê ku bi hezaran kes lê hene’ kar bikin. Ji bo vê yekê jî pêwîste şande yan jî komîteyek ji Şamê biçe herêma me da ku di navbera me û rêveberiya kampa Holê de hemahengiyê çêbike û çawaniya vegerandina wan ji bo herêmên xwe zelal bike. Her wiha lêkolîna vekirina deriyên sînor ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ên wekî Qamişlo û Tel Koçer bike. Ji ber ku dergeh bi hikûmetê ve girêdayî ne. 
 
Me berê di nirxandinên xwe de hinek ji wan daxwazan anîn ziman. Ew daxwaz niha mijara nîqaş û gotûbêjan e, lewma ez naxwazim bi berfirehî behsa wan bikim. Ez di wê baweriyê de me agahiyên min heta niha dane, têrî dikin.
 
‘YA GIRÎNG DAXUYANIYÊN EL ŞARA NE’ 
 
Ebdî, bal kişand ser daxuyaniyên hin kesên di rêveberiya demkî de cih digirin û wiha got: “Gelek sedemên van nakokiyê di daxuyaniyan de hene. Zext li ser wan tê kirin, daxwazên hêzên navneteweyî û welatên herêmê hene. Ji bo me ya herî girîng daxuyaniyên rêveberê Heyet Tehrîr El-Şam, Birêz Ehmed El-Şeraa ne. Bi rêveberiya HTŞ û ya Şamê re pêwendiyek rasterast heye. Di navbera me de hinek alî jî tên û diçin. Têkiliyên me di asta jor de ne. Ez bawer nakim ku di navbera me de li ser diyalog û berdewamiya wê nakokiyek hebe.” 
 
'LI GORÎ MIN DÊ HÊZÊZ KURDISTANÎ TIFAQA XWE ÇÊKIN’ 
 
Têkildarî xebatên ji bo yekitiya hêzên Kurd jî Ebdî wiha got: “Ji bilî serdana Hewlêrê, ti hevdîtinek din çênebû. lê belê me bi telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin çêkir. Wekî hun jî dizanin pêwendiya me bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re berdewama dike. Ev qonax ji bo hemû kesî û bi taybet ji bo Kurdan qonaxek nû ye. Lewma pêwîste di vê qonaxê de ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan ji her demê girîngtir e ku gav werin avêtin. Em weke HSD’ê ne tenê bi gelê Kurd re, bi hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar in.
 
Hinek alî hene ku bi taybetî dixwazin doza Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tenê di çarçoveya doza Kurd de binirxînin. Ev nerast e. 
 
Ev 10 sal in hemû pêkhateyên herêmê di yek xendekê de berevaniyê dikin û xwîna hemû pêkhateyan di heman xendeqê de hatiye rijandin. HSD ji hemû pêkhateyan pêkhateyan pêk tê. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mîsogerkirina mafên pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya di  Sûriyeya pêşerojê de bidomînin. Hewldanên me yên di vê çarçoveyê de jî dê bidomin.  
 
Lê belê ev nayê wê wateyê ku em pirsgirêka Kurd li aliyekî bihêlin. Kurd çiqasî di vê qonaxê de hêza xwe nîşan bidin û ref û dengên xwe bikin yek, em ê ew qasî bigihîjin armancên xwe û destkeftên xwe biparêzin.
 
Helwesta Herêma Kurdistanê erênî ye û di diyalog û danûstandinên me yên li gel Şamê de dixwazin alîkariyê bidin Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di rojên pêş de pêwîste aliyên siyasî yên Kurd li Rojava bicivin. Em ê di rojên pêş de bi hêzên Kurdî yên Rojava re bicivin û hewl bidin ku helwest û bernameya wan a siyasî ya derbarê Kurdên Rojava de bikin yek û desteyek yekgirtî li ser navê xwe ava bikin. Bi vê yekê jî ji bo danûstandinan biçin Şamê û ev yek jî dê piştgirî bide helwesta Rêveberiya Xweser û HSD’ê yên li ser mijara Bakûr û Rojhilatê Sûriyê. Pêwendiyên wem didomin.
 
Em li bendê ne ku rojeva civînan were destnîşankirin, bi hemû aliyan re bicivin, li ser yek maseyê kom bibin. Divê daxwazên xwe bikin yek û çi dixwazin diyar bikin. Armanca sereke ya diyalogan avakirina desteyek yekgirtî ya bi navê Rojava ye ku biçin Şamê û daxwaza mafên xwe bikin. Bi baweriya min ev yek pêwîst e û şert û merc guncaw in ku hêzên Kurdistanî bigihin rêkeftinekê û emê heta dawiyê di vê mijarê de alîkariya wan bikin. Em difikirin ku di demeke kurt de dest bi van hevdîtinan bikin.”
 

Sernavên din

02/02/2025
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan