Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin

  • rojane
  • 19:20 28 Çile 2025
  • |
img

AMED - Li Amedê zext û girtinên li dijî rojnamevanan bi pêşengiya DFG û MKG’ê hat protestokirin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) der barê rojnamegerên ku di meha dawî de bi hinceta xebatên rojnamegeriyê hatin girtin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li taxa Ofîsê li pêşiya AZC Planzayê hat dayîn. Parlamenterên DEM Partî yên Amedê Ceylan Akça Cupolo, Adalet Kaya û rêxistinên DEM Partî, DBP, ESP, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn. Metna Kurdî ya daxuyaniyê seroka MKG’ê Roza Metîna xwend û ya Tirkî jî serokê DFG’ê Selman Çîçek xwend.
 
 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi awayekî sîstematîk dewam dikin û wiha hate gotin: “Rojnameger her roj bi operasyonên nû yên binçavkirinê şiyar dibin, lê belê ev binçavkirin jî tenê tên temaşekirin. Di vê pêvajoya ku hikûmet krîzên siyasî û aborî dijî de, yên pêşî dîsa dibin hedef jî xebatkarên çapemeniyê ne. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava welatên ku di rewşeke “pir nebaş” de ye.”
 
‘ZEXT BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK DEWAM DIKIN’
 
Her wiha hat destnîşan kirin ku dema ku li Tirkiyeyê mijara azadiya çapemeniyê tê nirxandin, divê zextên li ser Çapemeniya Azad ji nêz ve bên nirxandin. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku hemû xebatkarên çapemeniyê bi giştî di bin zextên giran de ne, xebatkarên Çapemeniya Azad û rojnamegerên Kurd vê zextê du qat bi tundî hîs dikin. Tirkiye jî wek salên borî îsal jî bûye zindana rojnamevanên kurd. Dema em li bendê bûn ku hevalên me yên heta niha girtî bigihêjin azadiya xwe, di vê pêvajoyê de girtinên nû pêk hatin.”
 
 Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA'yan hatine qetilkirin û ev tişt hatin gotin: “Rojnameger Gulistan Dursun, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal ku li Stenbolê ev qetlîam şermezar kirin, di 22’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin û girtin. Di heman demê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn Zuleyha Mûldûr a ku di operasyona li dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de hatibû binçavkirin jî hate girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacioglu bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" di 17ê Çileyê de, di serdegirtina malan de hatin girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît jî di 22’ê Çileyê de di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin û girtin. Di pêvajoya dawî de bi giştî 2 rojnameger hatin qetilkirin û 15 rojnameger hatin girtin. Her wiha der barê rojnameger Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de jî bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya dijîtal yên der barê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de, lêpirsîn hat vekirin.”
 
  ‘EM Ê HER TIM BIBIN DENGÊ GEL’
 
DaxuyanÎ wiha berdewam kir: “Rûniştina doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber dozên di dema rojnamegeriya wê de hatibûn vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Sofya Alagaş di doza ku ji ber rojnamegeriyê dihat darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt. Em careke din diyar dikin ku ev cezayê ku li Sofya Alagaş ji ber xebatên wê yên rojnamegeriyê hatiye dayîn ne hiqûqî ye û rojnamegerî nayê darizandin û em dubare dikin ku çapemeniya azad bi van cezayan tu carî gavê paşde navêje. Rojnameger tên girtin û nahêlin ku pîşeya xwe bikin, rojnamegerên li derve dixebitin jî çêkirina wan a nûçeyan bi zextan tên astengkirin. Rojnamegerên serbest tên berdan jî her tim bi gef û zordestiyê rû bi rû dimînin; Piraniya dema xwe di korîdorên edliyeyê de derbas dikin.”
 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em careke din dixwazin vê yekê bibêjin; Li welatekî ku rojnamevan lê girtî ne, mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike. Li gel van hemûyan sansur û astengiyên weşanê jî bênavber berdewam dikin. Ajansên nûçeyan û saziyên çapemeniyê bi awayekî sîstematîk di bin sansurê de ne. Hikûmeta AKP'ê gihandina nûçeyên ku jê hez nake asteng dike. Di vê pêvajoyê de ketina hesabên medyaya dijîtal yên ajansên wekî Rojnameya Yenî Yaşam, JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) ku dengê gel in, hat astengkirin. Li cihekî ku çapemenî ne azad be, mirov nikare behsa azadiya civakê û demokrasiyê bike. Weke hevrêyên rojnamegerên girtî em ji vir careke din bang dikin; Em ê ti carî dest ji dengê gel bernedin. Em ê ji rastiyan tawîz nedin. Heta ku ev polîtîkaya zextê ya li ser rojnamegeran bi dawî bibe û hemû hevalên me yên rojnameger ên di girtîgehê de bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her tim biqîrin; Rojnamegerî ne sûc e!"

Sernavên din

02/02/2025
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan