NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan li Colemêrgê di hefteya 163’yan, li Amedê di hefteya 837’wan û li Êlihê jî di hefteya 673’yan de li aqûbeta windayan hat pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.
Li Colemêrgê di hefteya 163’yan de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê, kom bûn. Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hildan.
Di çalakiyê de faîlên Mehmet Zekî Yilmaz hatin pirsîn ku 25’ê Sibata 1994’an di bin çavan de hate qetilkirin.
Di çalakiyê de peyam hate dayîn ku heta hesab ji faîlan tê pirsîn, wê têkoşîn bidome.
AMED
Li Amedê jî çalakvan di hefteya 837’an de li Parka Koşuyolu hatin ba hev û faîlên parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993’yan de hatine qetilkirin, pirsîn.
Piştre, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê xizmên windayan di hefteya 673’yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hildan. Di çalakiyê de çîroka parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya hate xwendin.
Daxuyaniya li vir jî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.