NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Canîkê ya Samsunê hezaz çêbû û ji heman malbatê 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Canîkê ya Samsunê bi ser beşa şûştina wesayîtan a stasyoneke sotemeniyê de kevir hatin xwarê. Di dema ketina keviran de malbateke di wesayîtê de ku 4 kes bûn, di bin keviran de man. Di bûyerê de ji heman malbatê bav Adem Kaya (35) û keçên wî Açelya Mîna Kaya (7) û Ayla Kaya (5) jiyana xwe ji dest dan.
Di hezazê de dayik Çîgdem Kaya (29) jî bi giranî birîndar bû û tedawiya wê ya li nexweşxaneyê didome.