ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari pirsên rojnamegeran bersivand û got ku ji bo pêvajo di demeke kin de bi ser keve divê îktîdar lez bide hewldanan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclisê pirsê rojnamegeran bersivand.
Tulay Hatîmogûllari, pirsa têkildarî gotinên Devlet Bahçelî yên der heqê konferansa li Qamişloyê de wiha bersivand: “Me ev konferans weke piştgiriya ji bo banga birêz Abdullah Ocalan nirxand. Li cihekî ku pêvajoyê sabote bike nîne. Ji bo pêvajo bi ser keve tişta ji destê me tê em ê bikin.”
Ji bo pirsa têkildarî îdiaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji hev nameyan dişînin re jî Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Têkildarî vê mijarê agahiyeke şênber li ber destê me nîne.”
‘DIVÊ GAVÊN LEZGÎN BÊN AVÊTIN’
Tulay Hatîmogûllari, der heqê axaftinên Bahçelî yên ji bo civandina kongreya PKK’ê jî ev tişt anî ziman: “Ji bo ku ev pêvajo bi ser keve, divê bi lez û bez gav bên avêtin. Ji bo pêvajoya bêçekkirinê bi ser keve, girîng e ku şert û merc bên avakirin. Em jî naxwazin pêvajo dirêj biket. Ji bo avabûna zemînekê, pir girîng e ku gav bên avêtin.”
‘HEWCEYE LEZ BIDIN HEWLDANAN’
Tulay Hatîmogûllari ji bo pirsa têkildarî şert û mercên lidarxistina kongreyê jî wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got ku ji bo ev pêvajo bilezûbez bimeşe, tevî şertên zehmet ên Îmraliyê jî pêvajoyê didomîne. Em ji daxuyaniyên rêxistinê dibînin ku dixwazin ji bo lidarxistina kongreyê gav bên avêtin. Ji vê mebest ew e ku mercên ewlehiyê bên cîbicîkirin. Her wiha dixwazin mercên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin ku bikare bi rêxistina xwe re pêwendiyan deyne. Hewceye îktîdar di vê mijarê de bi lezgînî gavan biavêje. Ji bo pêvajo bi ser keve, divê îktîdar lez bide hewldanên xwe.”