Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye

  • rojane
  • 15:05 12 Gulan 2025
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biryarên kongreya PKK’ê nirxand û got: “Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye. Bangekî ji bo guherîn û veguherînê û pêvajoyeke avakirinê ya nû ye.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê xwe têkildarî biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê daxuyanî da. Ayşegul Doganê, diyar kir ku weke partî girîngtirîn civîna MYK’ê li dar xistine û rojeva wan a sereke jî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û biryarên PKK’ê bûn. 
 
Ayşegul Doganê, wiha got: “Civîna me ya MYK’ê ji civîneke rûtîn wêdetir, xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Me di serî de hemû kesên di pêvajoya şer a dirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr anî û civîn bi rêzgirtinê dest pê kir.” 
 
'RÛPELEKE NÛ HATE VEKIRIN’
 
Ayşegul Doganê destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd bi xwe re rê li ber birînên mezin ên civakî vekiriye û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê rûpeleke nû hatiye vekirin. PKK’ê biryarên kongreya xwe aşkera kir û biryara fesixkirinê ragihand. Rêveberên PKK’ê jixwe gotibûn ku heke mercên banga 27’ê Sibatê bên cîbicîkirin dê bi bangê bikin. Ev biryar, biryareke dîrokî ye. Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye. Banga guherîn û veguherîna demokratîk a li her kesî ye û pêvajoya avakirinê ya nû ye. Serdemek tê girtin. Deriyê serdemeke nû ya hêviyê dide tê vekirin. Em ne tenê şahidiya dîrokeke nû dikin, her wiha em dixwazin dîrokeke nû jî binivîsin. Lewma jî biryarên em di MYK’ê de didin, nexşerêya em ê xêz bikin ne tenê vê kêliyê, dê teşe bide pêşeroja welat jî. Lewma ev biryar bi cidiyeteke mezin tên nîqaşkirin. Em di ferqa berpirsyartiya xwe ya di vê pêvajoya guherîn û veguherînê de ne. 
 
EM JI BO BERPIRSYARTIYA XWE AMADE NE 
 
Em hem ji bo berpirsyartiya xwe amade ne hem jî di wê ferqê de ne ku divê em hesas nêz bibin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû xebatên ku em ê di dema pêş de bikin, dê zemîna pêkvejiyaneke aştiyane xurt bike. Biryarên îro hatine ragihandin, bila ji bo dayikan, zarokan, ciwanan û nifşên nû bi xêr be. Em dê wê baweriyê de ne ku dê bixêr be. Bifikirin ku deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi sala ye dilê me diêşîne heta dawiyê vebûye. 
 
HINCETA DI DANÎN SER MASEYÊ JI HOLÊ RABÛ 
 
Êdî tişta her carê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke hincet di danîn ser maseyê ji holê rabû. Ji ber ku PKK’ê ragihand ku ji îro ve çek danîne. Divê em vê firsenda mezin ji dest nedin. Divê em nebêjin xwezî û divê em bibêjin baş bû ku me kir. Divê em bibêjin baş bû ku me bi hev re sedsala gelan ava kir. Ev yek, berpirsyartiyeke giran û pir pîroz e li ser milên me tevan. Lewma divê em bi hestiyarî nêz bibin. 
 
ENCAMA HEWLDANÊN BIRÊZ OCALAN E
 
Mijareke din jî heye ku divê ez bi taybet destnîşan bikim; ev encama îro derketî holê, encama keda bi dehan salan a birêz Ocalan e ku bêyî bêzar bibe, tevî komployan, hewldanên sûîqestê, sabotajan, provakasyonan û tevî tecrîda giran jî bi israr domand. Dema em şert û mercan, serdemên berê, pêvajoyên têkçûyî, provakasyonan û piştperdeya dîrokî ya li pey wê tînin bîra xwe, divê em ne biryareke weke îro derketibe holê binirxînin, divê em bi vî awayî nêz nebin. Daxuyaniyên destpêkê yên aliyê îktîdarê bi qasî me şopandine erênî ne. Lê em ê rojên pêş jî bi hev re bişopînin. 
 
Em êdî niha bi berpirsyartiya avakirina zemîna siyaseta demokratîk, hemwelatiya wekhev, xwişk-biratiya li ser zemîneke wekhev û avakirina hiqûqa xwişk-biratiyê re rû bi rû ne. Lewma jî dema pêş hem îktîdarê, hem jî muxalefet û her kesî eleqedar dike. Ji ber ku berpirsyartiyeke mezin e. Ev gava piştî 53 salan hatiye avêtin, qêrîna hesreta çareseriya aştiyane ya gelê Kurd û daxwaza hemwelatiya wekhev e. Divê bi vî awayî were nirxandin. Weke DEM Partiyê em biryara îro, li ser bingeha aştî, demokrasî û azadiyê weke derfeteke nû dibînin. Em her kesî vedixwînin vê derfetê. Ji bo mayindekirina vê derfeta dîrokî, hewce dike ku em hêzên xwe bikin yek. Êdî peywira me jî diyar e. Em qala serdemeke nû dikin ku êdî em ne li ser peyvan diaxivin. 
 
MECLIS BI BERPIRSYARTIYÊ RE RÛ BI RÛ YE 
 
Peywira me tevan ew e ku em komareke demokratîk a a hiqûq û siyaset tê de karîger ava bikin û ev yek berpirsyartiyeke me ya dîrokî ye. Bêguman yek ji navnîşanên vê ya herî girîng jî Meclis e. Ji ber ku Meclis, îro bi kirina xebata xwe ya herî bixêr a sedsalî re rû bi rû ye. Hêviya me ew e ku Meclis vê berpirsyartiya xwe bi awayekî baş bicih bîne. Di serî de siyaset, ji bo dînamîkên civakî em bi deynekî wijdanî yê dîrokî re rû bi rû ne. Lewma jî ne tenê saziya siyasetê, em banga li tevahiya civakê dikin; tiştên her yek ji me bikarin li vê pêvajoyê zêde bikin hene. Bi rexne, pêşniyar û alîkariya xwe em dikarin tê de xwedî rol bin. Ji ber ku em dixwazin bi hev re komara demokratîk ava bikin. 
 
AŞTÎ ÊDÎ NE XEYALEK E
 
Aştî êdî ne xeyalek e. Aştî êdî ne tenê îxtîmalek e. Aştî êdî ne tenê mijareke ku em li ser nîqaşê dikin e. Êdî ji van wêdetir e. Heke em bixwazin, heke em bikarin bikin, heke em hêzên xwe bikin yek, em dikarin aştiyeke civakî ya mezin pêk bînin. 
 
NE TAWÎZ NE JÎ TESLIMIYET 
 
Weke DEM Partiyê em bang li her kesî dikin ku tiştên xwe yên jiberkirî êdî bidin aliyekî. Em dixwazin ku her kes li gorî cidiyeta vê firsendê tevbigere. Ev pêvajo ne tawîz e ne jî teslimiyet e, ne têkbirin e ne jî têkçûn e. Ev pêvajo, pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk e. 
 
PÊDIVIYA ME BI LEZÊ HEYE
 
Hewcehî bi tirsê nîne lê pêdiviya me bi lezê heye. Ji ber ku pêvajoyên wiha di heman demê de şikestinan jî di xwe de dihewînin. Ji bo ku wiha nebe jî divê em bi lez û bez bi hiqûqê xurt bikin. Divê em vê pêvajoyê biparêzin. 
 
DIVÊ OCALAN BI AWAYEKÎ ÇALAK TEV LI BIBE 
 
Birêz Ocalan niha di mercên tecrîdê de ye. Hûn niha nikarin pirsên xwe jê bikin. Pêwendiyên yekser ên pê re tune ne. Me gelek caran got ku divê ev merc biguherin. Divê mercên xebateke azad bên avakirin û bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigire. Hêvîdarin ev yek di demên pêş de pêk bê. Her wiha bersiva pirsên têkildarî Qendîlê bi me re nînin. Ji bilî biryarên bi raya giştî re hatine parvekirin, haya me ji kitekitan nîne. Her wiha, têkildarî nexşerêya me jî ji bilî agahiyên min niha parve kirine, tu tiştekî nû nîne.” 
 
 

Sernavên din

16/05/2025
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir