DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike

  • rojane
  • 09:20 21 Gulan 2025
  • |
STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku di çarçoveya avakirina civaka demokratîk de ketine nava pêvajoyeke nû û got: “Ji bo têkoşîneke hevpar em dixwazin Komîsyonên Aştiyê ava bikin.”  
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê û pêvajoya heyî axivî. 
 
Arîfe Çinar, diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê heta niha her tim aqileke “yekperest” serdest bû û got: “Pirsgirêka Kurd jî ji destpêka komarê heta niha didome. Zîhniyeta yekperest a heyî li pêşiya aştiya civakî astengî bû. Dewleta Tirkiyeyê tu caran civak, gel û baweriyên xwe re lihev nekir. Li cihekî înkar û pişaftin lê hebe, li wir mirov nikare qala aştiyê bike. Ji ber ku pênaseya hemwelatiya wekhev tune ye, hem Kurdan hem jî gel û baweriyên din zehmetiyên mezin kişandin. Kurdistan bû cihê domdar ê şer. Di rewşa heyî de dewlet êdî aliyekê şer PKK’ê esas digire.” 
 
'DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Bi domdarî Arîfe Çinar diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji hêla aştiya birûmet ve xwedî wateyeke dîrokî ye û got: “Di esasê xwe de bi banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê re em ketin pêvajoya aştiyê. Banga berdana çekan hate kirin û piştî wê bangê çek hatin danîn. Divê dewlet gavên cidî biavêje. Her xebata em di qada siyaseta demokratîk de dikin pir girîng e. Divê em vê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Avakirina civaka demokratîk; bi guhertina destûra bingehîn, bihêzkirina rêveberên herêmî, esasgirtina îradeya Elewî û jinan pêkan e.” 
 
DÊ ‘KOMÎSYONÊN AŞTIYÊ’ BÊN AVAKIRIN
 
Arîfe Çinar, axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Divê derdorên cuda di vê pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Em plan dikin ku bi beşdariya jin û dînamîkên cuda yên civakê ‘Komîsyonên aştiyê’ ava bikin û di vê çarçoveyê de xebateke hevpar bimeşînin. Em ê tevî rêxistinên civaka sivîl, yên baweriyan û bi gelê xwe re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Plana me heye ku ji bo vegotina aştiyê li Stenbolê xebatekê bidin destpêkirin. Dê çalakiyeke me hebe û amadekariyên wê di demeke nêz de dest pê bikin.” 
 
'DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK ŞERT E’
 
Arîfe Çinar, destnîşan kir ku gavên dewlet divê biavêje hene û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pêvajo tenê li ser AKP-MHP’ê nameşe. Divê hemû partiyên siyasî tev li bibin. Partiyên li Meclisê û derveyî Meclisê divê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Bi hezaran girtiyên siyasî hene û divê girtîgeh bên valakirin. Ya herî girîng jî divê destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin.” 
 
 

Sernavên din

24/05/2025
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
11:05 Bakirhan: Em ê tifaqên aştiyê mezin bikin
10:33 Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
10:31 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 DYA: Cezayên li ser Sûriyeyê hate rakirin
09:22 Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
09:20 Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
09:07 Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
09:06 Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
09:01 'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
09:01 ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza
15:25 Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname
15:12 Der barê rojnamegera ku qetilkirina hempîşeyên xwe şermezar kir de lêpirsîn vekirin
14:11 Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
14:06 Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye