MÊRDÎN - Li Mêrdînê R.B yê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li 2 zarokan dihat darizandin, tevî ku sûc qebûl kir jî ji ber îfadeyên di dema danîşînê de guherî serbest hat berdan.
Li Mêrdînê di navbera salên 2016-2021'an de R. B. bi hinceta ku îstîsmara zayendî li 2 xwarzî/bariziyê xwe kiriye hat girtin û piştre serbest hat berdan. Li gorî agahiyan; bûyer di sala 2024'an de zaroka keç a 10 salî piştî ku tiştên hatiye serê wê ji mamosteyê xwe re dibêje derdikeve holê. Rêveberiya dibistanê li ser îfadeyên zarok rewş ji malbatê û polîsan re ragihand. Di çarçoveya lêpirsînê de xalê R.B. (33) hat binçavkirin. Îfadeyên zarok jî bi amadebûna psîkolog û pedagog hat girtin.
ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ LI 2 ZAROKAN KIR
Di çarçoveya lêpirsînê de dayikê zarokê jî îfade da. Dayikê da zanîn ku R. A. ku xizmê wê ye zaroka wê ya 17 salî ku dema 8 salî bûye îstîsmara zayendî lê hatiye kirin. Dayikê diyar kir ku di sala 2016'an de bi R. B. re axivîne û ew hişyar kirine, mesel bi dawî bûye û tiştek bi vî rengî careke din nehatiye jiyîn. Li ser vê yekê îfadeya zaroka 17 salî jî hat girtin û zarokê diyar kir ku R. B. îstîsmara zayendî li wê hatiye kirin.
BERSÛC ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ QEBÛL KIR
R.B gotinên zarokan ên di pêvajoya binçavkirinê de qebûl kir û di Mijdara 2024'an de hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di kanûna heman salê de bi sûcdariya 'îstîsmara zayendî' û 'îstîsmara zayendî ya li zarokekî' îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin û danîşîna yekem di 9'ê Gulanê de hat dîtin. Di rûniştinê de mexdûr û muştekiyan îfadeyên xwe guhertin û îdia kirin ku bûyer ji 'têgihiştineke şaş' derketiye û diyar kirin ku ew ne gilîdar in. R.B. dubare kir ku di rûniştinê de gotinên wî yên berê ne rast in.
SERBEST HAT BERDAN
Dadgehê biryara berdana R.B. DA. Dadgehê diyar kir ku R.B. gelek wext di girtîgehê de derbas kiriye, delîl bi piranî hatine komkirin, gilîkar û mexdûran îfadeyên xwe yên di dema lêpirsînê de qebûl nekirine û ji bo bersûcan xwestine wan biguherînin. Her wiha ji bo bersûc R.B. biryara qedexeya derketine derveyî welat hat dayîn.
MA / Ahmet Kanbal