ŞIRNEX - Hizne Arslan ku 9 sal in li cenazeyê keça xwe û 30 sal in jî li cenazeyê mamê xwe digere, wiha got: “Ez ê kujeran efû nekim. Lê ez ê ji bo aştiyê her tiştekî bikim. Bila êdî dilê tu kesên din neşewite.”
Di pevçûnên di dema qedexeya derketina kolanan a ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîr a Şirnexê hate ragihandin û di 2’yê Adara 2016’an de hate rakirin de 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên gelek kesên wê demê jiyana xwe ji dest dayin li goristanên bêkesan ên li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê hatin definkirin. Cenazeyên gelek kesan piştî tespîtkirina nasnameyan radestî malbatên wan hatin kirin. Lê belê malbatên ku ev 9 sal in cenazeyên zarokên xwe hêj nedîtin jî hene. Li gorî texmînan, derdora 14 malbat in. Yek ji kesên di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dayî û aqûbeta wê hêj nayê zanîn jî Hacer Arslan a 19 salî ye.
Dayika Hacer Arslanê, Hizne Arslan di dema qedexeyê de hem keça xwe Hacer û hem jî kurê xwe Mehmet Saît winda kir. Her wiha kekê wê Selîm Tugay jî li Taxa Nûrê ji hêla segvanan ve hate qetilkirin. Di salên 90'î de jî mamên wê Bahrî Arslan û Îhsan Arslan hatin qetilkirin. Cenazeyê mamê wê Îhsan Arslan ev 30 sal in nehatiye dîtin û aqûbeta keça wê Hacer Arslanê jî ev 9 sal in tevî hemû hewldanan nayê zanîn.
'DIVÊ PÊVAJO YEKALÎ PÊŞ NEKEVE’
Hizne Arslan, diyar kir ku ew ê kesên ewqas êş bi wê dane kişandin tu caran efû neke û wiha got: “Lêbelê ji bo dilê tu dayikên din neşewite, ez daxwaza aştiyê dikim.” Hizne Arslan, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî bi aştiyê biencam bibe hewcehî bi têkoşîneke mezintir heye û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin li ser vê xakê bi biratî bijîn. Bila dayik, xwişk-bira, bav û her kes bi hev re li vî welatî bijî. Erê rast e dilê me gelek şewitî, min 2 zarokên xwe û kekê xwe winda kir. Li gel vê, min mamên xwe Bahrî û Îhsan winda kir. Ji malbata min gelek kesan canê xwe ji dest dan. Lê tevî vê jî em daxwaza aştiyê dikin. Lê aştiyeke çawa? Birêz Abdullah Ocalan bangek kir, demek piştre jî PKK’ê çek berda. Hewceye dewlet jî li dijî van gavan, gavên şênber biavêje. Divê pêvajo yekalî nemeşe û her du alî jî gavan biavêjin. Bila dayik û zarokên xwe bigihijin hev, deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta em ji cihekî derbas dibin li noqteyên kontrolê lêgerînê dikin. Dayikên 50 salî her roj ji GBT’ê re derbas dibin. Çiyayên me tên talankirin, xaka me tune kirin. Zirar dane kevirên me, mal û milkê me, xaka me, malên me û her tiştekî me. Em dixwazin pêvajo bigijhije armanca xwe û ji bo tiştên xweş baweriya me tam e.”
'EZ EFÛ NAKIM LÊ JI BO AŞTIYÊ DIKARIM HER TIŞTEKÎ BIKIM’
Hizne Arslan, da zanîn ku zêdetirî 9 sal in li her derê li cenazeyê keça xwe digere û wiha domand: “Keça min di jêrzemînên Cizîrê de hate qetilkirin. Hêj jî cenazeyên 13-14 kesên li jêrzemînan hatine qetilkirin winda ne. Heke aştî bibe divê kujerên van zarokan bên cezakirin. Divê kesên zarokên me di jêrzemînan de qetil kirin û fermana wan dane bên cezakirin. Heke aştî bibe jî ez ê wan efû nekim, ew nayên efûkirin. Lê belê ji bo dilê tu dayikên din neşewite bila aştî bibe. Dixwazim goreke Hacerê hebe da ku her înê biçim serdana gora wê. Her kes diçe ser gora zarokên xwe. Ez jî dixwazim goreke zaroka min hebe.”
ÊŞA WÊ HÊJ MÎNA ROJA EWIL E
Di berdewamê de Hizne Arslan daxuyand ku mamê wê Îhsan Arslan di salên 90’î de leşkeran ji malê birin û ji wê rojê ve êdî tu agahî jê nehatine girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Cenazeyê mamê min Îhsan Arslan ev 30 sal in winda ye. Mamê min bi saxî ji malê derxistin lê êdî qet ne vegeriya malê. Bû 30 sal venegeriya malê û hêj winda ye. Belê, saet, deqîqe û dem derbas dibe lê êşên bi me dane jiyîn derbas nabin. Ew êş hêj mîna roja ewil in. Bêhna şewatê ya li jêrzemînên Cizîrê hêj jî li ber pozê min e, ew qêrîn hêj di guhê min de ne. Ma ev dê çawa bên jibîrkirin? Heta ku ez bijîm ez ê ji bîr nekim. Ev wehşeta bi serê me anîn nayê jibîrkirin. Me gelek tişt dîtin û gelek tişt jiyan, bila êdî dilê tu dayikên din neşewite. Bila dayikên leşker, polîs û gerîlayan bi destên hev bigirin û pêşiya vê xwînê bigirin. Ev dinya têra me tevan dike. Gelê Kurd tişta diket ser milê xwe kir. Divê dewlet jî gavên şênber biavêje. Weke karê ewil jî divê girtiyên nexweş berde.”
MA / Zeynep Durgut