MANÎSA - Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek ku di hewzê de ceyranê girt û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hate definkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek di roja ewil a Cejna Qurbanê de li mala xwe kete ceyranê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zeyrek li pêşiya avahiya şaredariyê torenek hat lidarxistin. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, wekîl û gelek kes tev li bûn.
Piştî axaftinan, cenazeyê Zeyrek birin Mizgefta Hatuniyeyê. Piştre jî ji bo nimêja cenazeyê anîn Qada Cumhuriyetê. Cenazeyê Zeyrek, li Goristana Çatalê ya li navçeya Şehzadelerê hate definkirin.
Şîna Zeyrek li Eywana Fatîh Sergî ya li Qada Cumhuriyetê hate danîn.