ŞIRNEX - Li Şirnexê kesê bi navê Yûsûf A. li ser giliyê “tecawizê 4 zarokan kiriye” hate binçavkirin.
Kesê bi navê Yûsûf A. ku li Şirnexê dijî, bi sedema tecawiza li dijî 4 zarokan hate binçavkirin. Piştî zarokan bûyer bi malbatên xwe re parve kirin, malbatan gilî kirin. Yûsûf A., di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hate binçavkirin. Yûsûf A., piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.