STENBOL - ÎHD'ê ji bo endama xwe Hatîce Onaranê ku ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re hatibû girtin, ji Parlamentoya Ewropayê re name şand.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo Hatîce Onaranê name ji Parlamentoya Ewropayê (PE) re şand. Hatîce Onaran, ji ber ku pere ji girtiyan şandibû hatibû girtin û ji 10'ê Cotmeha 2024'an ve li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye. Berî şandina nameyê, ÎHD'ê li pêşiya avahiya xwe ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bila tundiya darazê ya li hemberî parêzvanên mafên mirovan bi dawî bibe" û "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de nameya ku dê ji PE'yê re were şandin hate xwendin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meral Nergîs Şahîn axivî. Meral Nergîs Şahînê diyar kir ku Hatîce Onaran endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê û ji bo mafên girtiyan dixebitî. Meral Nergîs Şahînê, wiha got: "Hatîce Onaran, parêzvaniya mafên mirovan kiribû parçeyeke ji jiyana xwe. Li ser vê yekê, Hatîce Onaran li gorî derfetên xwe pere ji hevjînê xwe yê berê Menderes Leyla û hinek girtiyên nexweş re şandibû. Ev pereye, li gorî prosedûrê şandibû."
PIŞTEVANÎ BÛ SÛC
Meral Nergîs Şahînê destnîşan kir ku xebata Hatîce Onaran piştevanî ye û girtina wê derhiqûqtî ye û got: "Di demên dawî de dozên wiha der barê xizm û wasiyên girtiyan de zêde bûne."
Piştî daxuyaniyê, name bi rêya PTT'ê ji PE'yê re hate şandin.