MÊRSÎN - Di daxuyaniya bi boneya Têkoşîna Mezin a Kedkaran de wiha hate gotin: "Demokrasî nanê xebatkar e. Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe.”
Nûnertiya Herêma Çûkorovayê ya Konfederasyone Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), bi boneya salvegera 55’mîn a Têkoşîna Mezin a Kedkaran a 15-16'ê Hezîrana 1970'an, li Parka Zarokan a Mêrsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dû şopa 15-16’ê Hezîranê têkoşîna nan, edalet û azadiyê” hate hilgirtin û diruşmên “Bijî têkojîna me ya Hezîranê”, “Zem, zilum û va AKP”, “Kar, nan nebe aştî jî nabe” hatin berzkirin.
‘DÊ HEQ Û EDALET BI KEDKARAN BÊ’
Nûnerê Herêma Çûkûrova yê DÎSKÊ Kemal Goksoy, di daxuyaniyê de axivî. Goksoy, diyar kir ku ev ne tenê bîranîn e di heman demê de “li hemberî rewşa qirêj banga bilindkirina têkoşînê ye” û got: “15-16’ê Hezîranê, roja ku çîna karkeran gotiye êdî bes e. Pêşnûme qanûnên li dijî DÎSK’ê, xespkirina mafên kedkaran armanc dike. Bi têkoşîna rêxistinkirî ev qanûn cîbicî nebû. Ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate betalkirin û çîna kedkaran bi ser ket. Di pênc mehên sala 2025’an de ji dahatên kedê 200 milyar TL winda bû. Ji ber enflasyonê ji bêrîka kedkaran 3.336 TL hate birîn, lê li mûçeyê wan tu zem nebû. Desthilatê, li hember nerazîbûnanên ji ber qeyrana aboriyê dest bi teperserkirina siyasî kir. Di destpêkê de mafê grevê, mafê sendîka, mafê çalakiyê û mafê gotina azad sînordar kir û niha jî çav bera mafê hilbijartinê daye. Lêbêlê demokrasî nanê kedkaran e. Destê ku dirêjî vî mafî bibe dirêjî nanê li ser sifreya me bûye. Tu hêz nikare kedkarê birêxistinkirî têk bibe. Em bangî her kesê dikin ku têkoşînê i ruhê têkoşîna 15-16 Hezîranê ve mezin bikin.”
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.