ŞIRNEX - Ji ber nebûna dermankirina nexweşîna Hepatît B'yê, girtiya nexweş Tenzîle Acar a bi nexweşiya tuberkulozê ket, sê sal in ji ber muayeneyên kelepçekirî nikare bê dermankirin. Dayika Tenzîle Acarê, Rismiye Acarê, daxwaza berdana girtiyên nexweş kir.
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgeha Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 335 ji wan bi giranî nexweş in. Ji van girtiyên bi giranî nexweş, 230 nikarin bi tena serê xwe bijîn û 105 jî hewceyê piştgiriyê ne. Girtiyên nexweş ku ji ber nexweşiyên xwe hewceyî dermankirina nexweşxaneyê ya birêkûpêk in, ji ber qutbûna pêvajoyên dermankirinê, êrişên di wesayîtên veguhastina giştî de, redkirina veguhestina nexweşxaneyê, kêmbûna xurekê û ferzkirina lêgerînên devkî û muayeneyên kelepçekirî nikarin bigihîjin mafê dermankirinê. Yek ji van Tenzîle Acar e ku di lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD de ye û nexweşiya Hepatît B ya kronîk û nexweşiya tuberkulozê (werem) ya giran pê re heye.
Di 21'ê Adara 2017'an de, Tenzîle Acar di dema kontrola nasnameyê de ji aliyê polîsan ve li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat. Tenzîle Acar bi tohmetên "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nexweşiya Hepatît B ya Tenzîle Acar ku nehat dermankirin, veguherî nexweşiya tuberkulozê. Acar ku di bêhnstendinê de zehmetiyê dikişîne, nêzîkî sê sal in ku nikare bi rêkûpêk muayene bibe. Her wiha Tenzîle Acara muayeneya bi kelemçekirî red dike.
Dayika Tenzîle Acarê, Rısmiye Acar (48), bal kişand ser pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir û xwest ku girtiyên nexweş tavilê serbest bên berdan.
'BI SALAN E NABIN NEXWEŞXANEYÊ'
Rismiye Acarê diyar kir ku keça wê di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hatiye û got: "18 rojan îşkence lê hat kirin. Keça min keçek wêrek e. Hevalên wê jê hez dikin. Her tim alîkariya wan dike. Piştî girtina wê nexweşiyên wê girantir bûn. Lê ew nebirin nexweşxaneyê. Nexweşek dixwaze were dermankirin. Lê ew keça min derman nakin. Bi salan e ew nebirine nexweşxaneyê. Ew dixwaze biçe, lê daxwazên wê nayên qebûlkirin. Di salên pêşîn de, çend caran ew birin, lê ji wê hat xwestin ku destên wê kelepçe bikin û muayene bikin. Her çend ew jin be jî, peywirdarên mêr jî dixwestin bikevin hundir. Keça min vê yekê qebûl nekir."
LI BENDA XEBARA XÊRÊ NE
Rismiye Acarê anî ziman ku gelek girtiyên nexweş ên li girtîgehan ji ber pêkanînên wekî muayeneyên kelepçekirî yên bi zorê û lêgerîna devkî nikarin bigihîjin mafê dermankirinê û got: "Divê hemû girtiyên nexweş werin berdan û dermankirina wan li derve were kirin. Em dixwazin zeberên xêrê bibihîzin. Divê demildest deriyê girtîgehan bê vekirin. Divê tu dayik tabûta zarokên xwe ji girtîgehê wernegire. Divê dilê dayikan neêşe. Ger aştî hebe, dê êdî dayik negirîn."
Rismiye Acarê destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hêviyên malbatên girtiyan zêde kiriye û wiha domand: "Em aştiyê dixwazin. Em her roj li benda agahiyên baş in. Divê dewlet rola xwe bilîze û gavên berbiçav bavêje. Birêz Ocalan ji bo aştiyê ji ya ku dikare zêdetir dike. Gavên mezin diavêje. Lê dewletê hîn gavek jî neavêtiye. Gotinên birêz Ocalan hêviya aştiyê zêde dikin. Divê hemû malbatên girtiyan bi dil û can xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ger malbatên girtiyan destên xwe bidin hev, tiştên baş dê çêbibin."
MA / Emrûllah Acar