NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talebanî destnîşan kir ku biryara PKK'ê ya ji bo destpêkirina serdemeke nû ya bi rêya diyalog û aştiyê, gavekî dîrokî ye û got ku ev yek rasterast bandor li ser aramiya Herêma Kurdistanê bike.
Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi wesîleya merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, peyamek da.
Talebanî got: “Biryara gerîla ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêya dîyalog û aştiyê pêngaveke dîrokî ye. Baweriya me bi temamî heye, xwînrijîn mijarê kûrtir dike. Niha serdema bêdengkirina çekan û çûna ser mêzeyê gotûbêjê ye ji bo bidestxistina mafê rewa yên hemû aliyan e.”
Talabanî diyar kir ku wê hewldanên wan ji bo serxistina pêngava aştiyê bidome û got: “Pêngava aştiyê ku Mam Celal danî, îro tê bicihkirin.”
Herî dawî Talabanî anî ziman ku ew hêvîdarin ku ev pêngav bibe destpêkirina qonaxeke nû ya asayîkirina têkiliyên di navbera aliyan de û got ku ev yek rasterast bandorê Ii ser aramiya herêma Kurdistanê bike.