33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin

  • rojane
  • 13:58 12 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin ku aqûbeta Ramazan Kaya yê ku 33 sal berê ji aliyê cerdevanan ve hatibû revandin were eşkerekirin. Her wiha xwestin ku dozên kesên din ên winda ji nû ve werin vekirin.

 
Dayik/Mirovên Şemiyê cara hezar û 59'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe yên qetilkirî û windabûyî bipirsin. Wan li aqûbeta Ramazan Kaya (28) pirsî ku 33 sal berê di dema binçavkirinê de hatiye windakirin.Di dema çalakiyê de wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne hatin hilgirtin.
 
3 DAXWAZ
 
Besna Tosûn, keça Fehmî Tosûn ku di binçavan de winda hat windakirin, bal kişand ser merasîma tunekirina çekan a ku duh ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin û got ku ew li bendê ne ku ev merasîm "destpêkek be ku rê li ber Tirkiyeyê veke". Tosûnê got: "Em dixwazin rewşa şer mayînde be û hêviya aştiyê xurt bibe."
 
Besna Tosûnê bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên îro û got: "Qada Galatasarayê tavilê û bêyî tu sînordarkirinekê ji bo Dayikên Şemiyê vekin. Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesên Bêyî Bi Zorê Bên Windakirinîmze bikin. Windakirinên bi zorê wekî sûceke cuda pênase bikin û hemû dosyeyên ku ji ber demboriyê hatine girtin ji nû ve vekin."
 
ÇÎROKA KAYA
 
Besna Tosûnê ragihand ku Ramazan Kaya di 7'ê Tîrmeha 1992'yan de li Amedê ji aliyê çar cerdevanên çekdar ve hatiye revandin û got: "Bûyer li ber çavên gundiyan di mînîbusekê de ku ber bi Licê ve diçû qewimî. Ramazan Kaya li hember cerdevanan li ber xwe da û gazî xelkê di mînîbusê de kir, 'Min xilas bikin.' Lêbelê, gundî nekarîn mudaxele bikin dema ku cerdevanan çekên xwe ber bi mînîbusê ve araste kirin. Ramazan Kaya bi guleyekê ji milê xwe birîndar bû û wî bi traktora wî re birin."
 
Besna Tosûnê diyar kir ku li gorî şahidan, Hanîfî Dûrgûn, Omer Dûrgûn, Seyfettîn Dûrgîn û Zubeyîr Dûrgûn, Kaya revandine û got: "Malbata Kaya serî li dozgeriyê da û destûr wergirt ku hem li gundê Yarimca û hem jî li malên cerdevanên gund ên ku behsa wan tê kirin bigerin. Ew bi cendermeyan re çûn gund, lê fermandar nehişt ku kes ji wesayîtê dakeve. Wî tenê ji cerdevanê gund ê ku gazî kiribû pirsî, 'Te Ramazan Kaya revand?' Ew bi bersiva 'Na' razî bû û destûr neda ku lêgerîn bê kirin."
 
Besna Tosûnê diyar kir ku niştecihekî gund ji malbatê re gotiye ku Kaya di maleke cerdevanan de hatiye girêdan û ger lêgerîn bihata kirin ew ê bihata dîtin û wiha domand: "Hemû hewldanên malbatê bêencam man. Dozên sûc ên hatine vekirin hatin redkirin. Careke din ji Ramazan Kaya agahî nehat girtin. Dayika wî Sedef Kaya, hevjîna wî Husna Kaya û her du zarokên wan, ku yek ji wan hîn nehatibû dinê dema ku bavê wî winda bû, 33 sal in li benda agahiyekê ne. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dest ji daxwaza edaletê ji bo Ramazan Kaya, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û bibîr bixin ku dewlet mecbûr e ku di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere."
 
Pişt re, Dayik/Mirovên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.  

Sernavên din

18/07/2025
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike