MÊRDÎN - Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz ku tedawiya penceşêrê dibû, jiyana xwe ji dest da.
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Nîzamettîn Yilmaz li nexweşxaneyeke Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da. Tê payin ku cenazeyê Yilmaz di 17’ê Tîrmehê de bînin navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û li vir were definkirin.
DER HEQÊ NÎZAMETTÎN YILMAZ DE
Yilmaz, di 28’ê Adara 2018’an di encama serdegirtina malê de li Dêrik a Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Di 26’ê Hezîrana 2019’an de jî hate berdan. Yilmaz ku tevî nexweşê KOAH’ê jî hatibû girtin, 87 rojan di greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Yilmaz. Li ser vê yekê Yilmaz ji neçarî derbasî Yewnanistanê bû.