ENQERE - CHP'ê giliyê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek û du dozgeran li HSK'ê kir.
Partiya Gel a Komarê (CHP) der barê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek û du dozgerên ku di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de cih digirin, giliyê Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) kir.
Di nameya gilînameyê de hat ragihandin ku dozgerên navborî 'dewleta hiqûqê ji nedîtî ve tên'. Her wiha hat diyarkirin ku dozger angaşt mafên mirovan ên gerdûnî yên wek masûmiyetê, mafê darizandina adîl û mafê parastinê binpê kirine û li dijî destûra bingehîn û qanûnan tev digerin.