MÊRDÎN - Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir di 3'emîn Civata Giştî ya MEBYA-DER a Mêrdînê de axivî û got, "Kurd êdî nêzî bidestxistina statuya xwe ne."
Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Hezkiriyên Xwe Winda Kirine li Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER) 3'yemîn Civata Xwe ya Giştî ya Asayî li Mêrdînê pêk anî. Kongreya ku li saloneke dawetê ya li Qoserê hat lidarxistin, li gel nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr bi hezaran kes amade bûn. Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin. Kongre li gel sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftina kurt a serokê dîwanê Omer Kulplu pêşandana slaytê hate pêşandan.
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û işaret bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Bang û felsefeya Birêz Ocalan yekitiya Kurdan gihandiye nuqteyeke dîrokî. Ev yek hin berpirsyariyan datînin ser milê me. Ev berpirsyarî çi ye? Ji bo wê ye ku Kurd yekitiya xwe bi xwe misoger bikin û pêşeroja xwe li ser axa xwe diyar bikin."
'EM Ê PÊŞENGIYÊ JI YEKITIYA ROJHILATA NAVÎN RE BIKIN'
Bayindir da zanîn ku îro li Rojhilata Navîn rola girîng a Kurdan e û wiha axivî: "Ez bawerim wê Kurd jî bibin sedema yekitiya Rojhilata Navîn. Têkoşîna çekdarî ya 50 salî gihaştiye nuqteyekê. Piştî vê banga Birêz Ocalan, helwesta PKK'ê û ragihandina wê ya di dema şewitandina çeka xwe de ji hev belav bû, mesajek da gelê Kurd û cîhanê. Têkoşîna li dijî înkar û tinekirinê gihîştiye astekê. Ti kes nikare Kurdan înkar bike û tine bihesibîne. Ev peyam hatiye şandin. Kurd êdî hîn bêhtir nêzî bidestxistina statuya xwe ne."
'EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ VEGUHERÎNIN PÊVAJOYA AZADIYÊ'
Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan û Kurd ji xwe bawer in û got, "Em bawer bikin ku yên ev pêvajo dan destpêkirin ne hêz an jî dewletên global bûn. Ya ku ev pêvajo da destpêkirin berxwedana gelê Kurd bû. Ev pêvajo di encama têkoşîna Kurdan a li her derê derket holê. Em di encama têkoşîna şehîdan û qehremanan de hatine vê noqteyê. Dayik heta roja îro li kolanan daxwaza azadî û aştiyê dikin. Em ê bi vîna xwe û hêza xwe vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya azadî û aştiyê. Ne ji ber ku em qels in, lê ji ber ku em xurt in em banga aştiyê û daxwaza demokrasiyê dikin."
Bayindir bal kişand ser yekitiya neteweyî û da zanîn ku divê hemû kes bêhtir bixebite û destê Abdullah Ocalan xurt bike.
Piştî axaftinan Makbule Okmen û Salih Kuday bûn hevserokên MEBYA-DER a Şaxa Mêrdînê.