* Endamê TOHAV'ê Alî Kahraman diyar kir ku divê Tirkiye li gorî peymanan 'mafê hêviyê' nas bike û bal kişand ku ji bo li meclisê rêziknameyên pêwîst bên çêkirin berpirsiyariya her kesî heye.
* Aydin Aydogan ê ku di protestoya Dayikên Şemiyê de milê wî şikestibû, giliyê Suleyman Soylû kir û dadgehê gilî red kir. Aydogan got, "Biryar nîşan dide ku li welat lêgerîna mafan tê cezakirin."
* Endamên Meclisa Ciwanên HDK'ê bal kişandin ku ji bilî komîsyona ku dê li meclisê bê avakirin, bi guhertinên destûra bingehîn çareseriyên demdirêj dikarin pêk bên.
* Ava sergoyê ya ji tesîsê li Qoserê dibe sedema bêhn û qirêjiya xerab. Welatiyên bertek nîşanî rewşê dan diyar kirin ku erdên çandiniyê zirar dîtine.
* Serpêhatiyên malbata Kadriye Gezîcî ku du zarokên wê ji ber zextên dewletê tevlî PKK'ê bûne dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd kurteber dike. Kadriye Gezîcî diyar kir ku li gel zextên li wan tên kirin ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo baweriya wan bi dewletê bê divê gav bên avêtin.
* Aqûbeta 5 endamên malbata Xelef ku li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin girtin, 11 sal in nayê zanîn. Berzan û Faris Xelef, birayên ku di temenê xwe yê biçûk de hatin revandin û ji bo neyên kuştin neçar man baweriyên xwe veşêrin, dîlgirtina xwe ya 4 salan vegotin.
* Komeleya Ziman û Çanda Avestayê wê li ber avahiya komeleyê ya mohrkirî ya li Îzmîrê daxuyaniyê bide. (11.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê bi tevlîbûna Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî wê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. (11:00)
* Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ji bo bîranîna salvegera Qirkirina Êzidiyan wê meşek bê lidarxistin, TJA û DEM Partî wê li Wêranşarê bernameya bîranînê lidar bixe û li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (13:00-20:00)
* Di çarçoveya civînên gel ên DEM Partiyê de wê mirovên aqilmend li Sêweregê bicivin. (15:00)