WAN - Rojnameger Denîz Firat ku di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû, di sala 11’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Rojnameger Denîz Firat di 8'ê Tebaxa 2014'an di êrişa DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Maxmûrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin. Denîz Firat, di sala 11’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xeçxatûn a navçeya Ebex a Wanê hat bîranîn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan, malbata Denîz Firat, rêveberên DEM Partiyê, wekîlên DEM Partiyê Gulderen Varli û Mahmut Dîndar û Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn.
‘EM Ê PÊNÛSA TE LI ERDÊ NEHÊLIN’
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endama DFG û MKG’ê rojnameger Oznur Deger axivî. Oznûr Degerê di serî de Denîz Firat bi bîr anî û got: “Çapemeniya azad ji salên 1990'î ve têkoşîneke mezin dide. Me pênûsa Denîz Firatê li erdê nehişt û dê nehêlin. Dema ku em li jiyana Denîz Firat dinihêrin mirov gelek hestiyar dibe. Wê ji temenê ciwaniyê heta jiyana xwe ji dest da şahidiya zilmê kir. Li dijî van hemûyan, ew tev li refên azadiyê bû. Em soz didin ku dê li ser rêya Denîz Firat û hevalên wê bin.”
‘HETA LI SER GORA WÊ JÎ EM DI DORPÊÇÊ DE NE’
Kekê Denîz Firatê, Seyat Yildiztan jî di bîranînê de got: “Denîz Firat di sala 1999'an de bi hemû malbata xwe re koç kir. Em li ber têkoşîna hemû kesên ku di vê têkoşînê de şehîd bûne, bejna xwe ditewînin. Em ê her tiştî bikin da ku pêvajoya heyî bigihînin encamê. Em hatin ku goristanê ziyaret bikin, lê hem di dorpêçê de ne. Bi vî rengî aştî nayê bidestxistin. Em aştî û wekheviyê dixwazin; tu daxwaza me ya din tune ye."
‘NAVÊ DIN Ê PÊVAJOYA AŞTIYÊ DENÎZ E’
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli jî ev tişt anî ziman: “Gotinên ku li ser gora hevala min hatine nivîsandin ev in; ‘Dibe ku bi salan em hatibin paştguhkirin lê têkoşîna me pir mezin bû.’ Belê heval Denîz, te rêya me ronî kir û nîşanî me jinan da ku em jin çawa dikarin têkoşîna xwe bilind bikin. Îro, navekî din ê pêvajoya aştiyê Denîz e. Spasdarên te ne.”
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz Firatê û bîranîn bi dawî bû.