ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê di serdema pêş de bernameyeke reformê ragihînin û got: “Tirkiyeyê ji bo çaresrkirina vê pirsgirêka kronîk firsendekî dîrokî bi dest xist û ji bo gaveke din biavêjin em amadekariyan dikin.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, bi boneya sala 24’emîn a avakirina partiya xwe li navenda giştî ya AKP’ê daxuyanî da. Erdogan, têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandin kir. Erdogan, destnîşan kir ku dikare pirsgirêkên navxweyî û derve yên Tirkiyeyê çareser bike û bi pêvajoyê re ev îdiaya xwe derbasî astekî nû kirine.
Erdogan, got ku di pêvajoyê de pêşketineke girîng çêbûye û ev tişt anî ziman: “Hêviya me ew e ku ev rewş were parastin. Tifaqa Cumhurê nîşan da ku bi çareseriyê re ye. Dil dixwest ku partiyên din jî bi heman awayî tevbigerin. Em ne mecbûr in di her mijarê de mîna hev bifikirin lê berpirsyartiya me ye ku em hêviya ‘Tirkiyeya bêteror’ veguherînin rastiyê. Her kesên piştgiriyê didin pêvajoyê dê navê xwe li dîrokê binivîse. Ne miletê me ne jî nifşên pêşerojê dê kesên bi helwestên populîst vê mijarê asteng dikin efû nekin. Em guhên xwe li rexneyên çêker nagirin lê em rê nadin rexneyên hilweşîner jî.”
AMADEKARIYA ‘GAVEKE NÛ’
Erdogan, bi domdarî wiha got: “Li herêma me lîstikeke nû tê pêşandan û li dinyayê hevkêşeyeke nû tê avakirin. Faîlên Xezeyê êdî hewce pê nabînin mebesta xwe ya têkildarî welatê me veşêrin jî. Em tevek şahidên van geşedanan e. Em, van hewldanên ji bo zeîfkirina welatê me vala derdixînin. Em ji bo îstîqrarê bibiryar in. Em niha amadekariya avêtina gaveke din dikin.
PEYAMA BERNAMEYA REFORMÊ
Em ê bernameya reformê ku bêhtir demokrasiyê, bêhtir azadiyê û dewleteke çalaktir armanc dike, di mehên pêş de gav bi gav bixin meriyetê. Bi bernameya reformê ya ‘Sedsala Tirkiyeyê’ re em ê bi lez û bez ber bi armancên xwe ve biçin.”