NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin.
Îsraîlê di danê sibehê de li dijî kampên li Xezeyê êrişên hewayî û bejahî pêk anî. Di êrişan de herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin. Di nav kesên hatine qetilkirin de 4 xebatkarên tenduristiyê jî hene.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îsraîlê berdewam in. Di demên berê de hatibû xwestin ku ji bo êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bisekinin, divê rêveberiyeke Hamas tê de cih nagire û ji hêla Hamasê ve were qebûlkirin bê avakirin. Ev pêşniyar ji hêla Hamasê ve hate qebûlkirin. Li gorî nûçeya Al Jazeera'yê; Hamasê ragihand ku amade ye rêveberiyeke neteweyî ya serbixwe Xezeyê birêve bibe qebûl bike û hemû dîlgirtiyên Îsraîlê berde.
Ofîsa Serokwekîzê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî daxuyaniya Hamasê red kir û got: “Di şertên qebîneya wan diyar dike de dikarin şer tavilê bi dawî bikin.”
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan roja şer hatiye destpêkirin heta niha li Xezeyê herî kêm 63 hezar û 746 kes hatin qetilkirin û herî kêm 161 hezar û 245 kes jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 3 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan. Bi daneyên îro re li Xezeyê 131 jê zarok bi giştî herî kêm 370 Filistîniyan ji birçînan jiyana xwe ji dest dane.