NAVENDA NÛÇEYAN - Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerakirin.
Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerakirin. Xelat, dê di 20’ê Îlonê saet di 18.00’ê de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bi torenekê bên dayin.
NÛÇEYÊN KURDÎ
Endamên juriyê ku ji Sîma Birokê, Munever Karademîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen pêk dihat, tu serlêdan hêjayî xelatê nedît. Juriyê di daxuyaniya xwe de got:
“Silav û rêz;
Em, ji ewil di şexsê Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo hemû kedkar û xebatkarên wê serkeftinê dixwazin.
Helbet cihgirtina di organîzasyoneke wiha girîng û pîroz de, ji bo me kedkarên Çapemeniya Azad cihê serbilindî û şanaziyê ye.
Ji bo 'Beşa Nûçeyên Kurdî', 6 nûçegihanan serlêdan kirin. Nûçe, yek bi yek ji hemû endamên juriyê re hatin şandin. Ji ewil hemû endamên juriyê bi berfirehî û dubareyî nûçe xwendin û piştre jî bi beşdariya hemû endaman civîneke nirxandin û nîqaşan hat lidarxistin.
Di civînê de her nûçe yek bi yek ji hêla naverok, şêwaza hûnandinê, hêmayên nûçeyan, armanc, wêne, dîmen, rêziman, lêkolîn, taybetî, cudahî û hwd. ve hatin nirxandin.
Endamên Juriyê; ji ber keda dayî, yek bi yek spasiya hemû nûçegihanên serî li pêşbirkê dane, kirin. Endaman, destnîşan kir ku her mijara hatiye destgirtin, ji hêla civakî, çandî, dîrokî, hunerî û hwd. ve heqîqetek vedigot û hêjayî nirxandinê ne.
Ji nûçeyên hatine şandin sê (3) jê di asta nûçeyên rûtîn de bûn lewma hêjayî xelatê nehatin dîtin.
Li ser sê nûçeyên mayî jî nîqaşên dirêj hatin kirin. Mijar girîng, balkêş û teqabûlê rastiyeke dilêş dikir. Lêbelê, ji ber ku hêmayên nûçeyan kêm bûn, hûnandina nûçeyan qels bû, dubare tê de zêde bûn, gelek pirsên jêderka naveroka nûçeyê bi xwe nehatibûn bersivandin û li gel vê, ji ber ku di asta nûçeyên rûtîn de hatibûn hiştin, juriyê hêjayî xelatê nedît.
Weke encam; endamên Juriya Kurdî, tu yek ji nûçeyên hatine şandin hêjayî xelatkirinê nedîtin.
Em careke din spasiya hemû kesên keda wan di organîzasyonê de heye, ji hemû serlêdêrên pêşbirkê û hemû kedkarên Çapemeniya Azad dikin û di xebatên wan de jê re serkeftinê dixwazin.”
BEŞA TIRKÎ
Di Beşa Tirkî de endamên juriyê Banu Guven, Faruk Bîldîrîcî, Alî Duran Topuz, Candan Yildiz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî, ji Bir+Bir Express’ê nûçeya Adem Ozgur a “Rêwîtiya ber bi Welatê Xerîbiyê ve (Welatê Xerîbîye’ye Yolculuk”” hêjayî xelata yekemîniyê dît. Ji HalkTv.com.tr’ê nûçeya Cengîz Karagoz a bi sernavê “Dema bavê zarokê pê re şer kiribûn qeymeqam derketî jiyana wan tarî bû: Tiştên li qereqola Mezîtliyê hatin jiyîn hiş serê mirov dibe (Kavga ettikleri çocuğun babası kaymakam çıkınca hayatları karardı: Mezitli karakolunda yaşananlar kan dondurdu)” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.
Juriyê, di Beşa Vîdeo-Nûçeya Bidîmen de jî ji Vosy Media’yê xebata Mûrat Baykara û Tuncay Ogreten a bi sernavê “Li Vatanê Îşkence: Li Pey Raporên Derbkirinê yên Tên Veşartin (Vatanda İşkence: Gizlenen Darp Raporlarının İzinde)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.
BEŞA WÊNEYAN
Endamên juriya Beşa Wêneyê Oznûr Deger, Mûrat Baykara, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Ramazan Ozturk, bi piraniya dengan wêneyê bi mijara “Koç (Göç)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.
BEŞA KARÎKATURÊ
Endamên juriyê ku ji Asli Alpar, Erceren, Kemal Gokhan Gurses û Ronî Bate pêk tê, xelata yekemîniyê da karîkatûrê Nûrî Dogan a bi sernavê “Ne Keser (Keder Değil)”. Juriyê, karîkatûrê Mahmût Ulusan (Di Girtîgeha Ereglî ya Konyayê de ye) jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.
ROJNAMEGERIYA JINÊ
Endamên juriya Rojnamegeriya Jinê Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî tu nûçeyên ji bo pêşbirkê hatin şandin hêjayî xelata yekemîniyê nedît. Juriyê, ji JINNEWS’ê nûçeya Elfazî Toral a bi sernavê “Dav bi dav têkoşîna aştiyê (İlmek İlmek Barış Mücadelesi)” ku çîroka Dayikên Aştiyê vedibêje, hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.