STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê; di serdema perwerdeyê ya 2024-2025’an de herî kêm 72 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hate gotin ku li gorî sala par rêjeya mirina zarokên karker ji sedî 10 zêdetir bûye.
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), daneyên xwe yên têkildarî karkeriya zarokan a di serdema perwerdeyê ya sala 2024-2025’ê de parve kir. Li gorî raporê, di sedema Îlona 2024’an – Tebaxa 2025’an de herî kêm 72 zarokên karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî serdema berê, ev rêjeye ji sedî 10 zêdetir bûye.
Di raporê de hate gotin ku di sektora çandiniyê de 20 zarokan, di sektora pîşesaziyê de 19’an, di înşaetê de 17 û di sektora xizmetê de jî 16 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate gotin ku bi rêya bernameyên Herêmên Pîşesaziya Organîze û Navendên Perwerdeyên Pîşeyî (MESEM), karkeriya zarokan bi polîtîkayên dewletê girseyî bûne.
Hat gotin ku di çarçoveya MESEM’ê de 505 ehezar xwendekar 4 rojên hefteyê weke karkerên erzan tên xebitandin û ev yek weke “xwarina keda zarokan” hate pênasekirin. Hat gotin ku di nava du salên dawî de herî kêm 15 zarokan di çarçoveya MESEM’ê de û di dema stajê de jî herî kêm 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.