*Şêniyên gundê Izêr ê navçeya Qoserê ku Abdullah Ocalan 17 rojan li wir mabû û gotibû dixwaze biçe serdanê, bersiv dan. Ji şêniyên gund Alî Aslan got: "Em li çaverêya hatina wî ne."
* Keşîşxaneya Varagavank û Keleha Yoncatepeyê yên li Taxa Yukari Bakraçliyê ku dikeve quntarê çiyayên Erek û Verekê yên Wanê, terkî qedera xwe hatine kirin. Xelkê taxê, banga parastina keşîşxane û kelehê kirin.
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn bang li rojnamegerên jin kir ku serî li "Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê" bidin û got: "Ev dê ne tenê bibe wergirtina xelatê. Di heman demê de dê biryardariya di kevneşopiya rojnamegeriya Gurbetellî Ersozê jî derkeve holê."
* Şaredariya Elkê ya AKP’î, bi dehan jinên biyanî yên ji Çorum, Enqere û Stenbolê anîn navçeyê, bi awayekî derusûlî û bi bedela pereyan zewicand.
* Rojnameger Seyît Evran di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hempîşeyên Evran, diyar kirin ku ew mamosteyê Çapemeniya Azad û hevalekî baş bû.
* Şaxa OHD’a Enqereyê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bidin. (14.00) ZINDÎ
* Çalakiya 223 karkerên ji hêla qeyûmê Wanê ve ji kar hatibûn derxistin dê bidome. (15.00)