Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû

  • rojane
  • 09:20 24 Îlon 2025
  • |
RIHA - Mûstafa Yavûz ku di salvegera mirina hevalê xwe Riza Altûn yê di kongreya PKK'ê de wekî sembola "Hevrêyê Azadiyê" hatibû binavkirin de axivî, got: "Ew pêşengê berxwedanan bû. Hem ji hêla pratîkî ve hem jî ji hêla îdeolojîk ve hevalekî jêhatî bû."
 
PKK'ê ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 12'emîn kongreya xwe li dar xist, ligel biryarên ku wekî "destkepeke nû" daxuyand, ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên rêxistinê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. 
 
Kongreyê ku Riza Altûn yê wekî sembola "Hevrêyê Azadiyê" bi nav kir, daxuyand ku Altûn di 25'ê Îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest daye.
 
Riza Altûn, di 22 saliya xwe de rastiya Kurdistanê nas kir û di dawiya sala 1976'an de ji bo rêxistinbûnê hat Dîlokê. Riza Altûn beşdarî berxwedana navçeyên Curnê Reş û Sêwreg ên Rihayê bû û di sala 1978'an de li Curnê Reş hat binçavkirin. Altûn ku salekê li Lîseya Keçan a Îmam Hatîp a li navenda Rihayê ku wekî navendeke îşkenceyê dihat bikaranîn ma,  paşê pênc salan di Girtîgeha Amedê de hat girtin.
 
Mûstafa Yavûz, birayê Mehmet Emîn Yavûz ê li Curnê Reş hevrêtî bi Altûn re kiriye û di sala 1988'an de di greva birçîbûnê de ya li dijî zilma li Girtîheha  Hejmar 5 a Amedê, jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina Altûn de axivî. Mûstafa Yavûz diyar kir ku ew di sala 1979'an de ligel birayê xwe yê mezin Mehmet Emîn Yavûz, bavê xwe Îbrahîm Yavûz û birayê xwe Ahmet Yavûz, berî hewldana darbeya 12'ê Îlona 1980'yî hatiye girtin û got ku bi malbatî beşdarî berxwedana li Girtîgeha Hejmar 5'an bûne. Yavûz bi bîr xist ku di salên 1978-79'an de li Curnê Reşê li dijî komên feodal û hevkar têkoşîn hebûye û got: "Piştî şehadeta heval Halil Çavgûn (Xelîl), têkoşîn mezin bû. Mehmet Karasûngûr, Cemîl Bayik û Mazlum Dogan li vir bûn. Wê demê, hejmara me ji şeş an heft kesan derbas nedibû. Heval Mazlum li her taxê navendeke perwerdeyê ava kir û komên çekdar hatin avakirin. Her tişt pir zû qewimî. Heval Riza di hawîrdoreke wisa de hat Curnê Reş."
 
‘ALIYÊ PORXELEK'
 
Yavûz destnîşan kir ku Curnê Reş tevî zilm û zordariya ku lê hatiye kirin jî "Apoyiyan" pêşwazî kiriye û got: "Heval çûn kîjan malê pêdiviyên wan hatin bicihanîn. Piştî ku heval Riza gihîş vir, herî kêm bi qasî me mirovan nas kir. Hem ji hêla pratîkî ve hem jî ji hêla îdeolojîk ve hevalekî jêhatî bû. Ji ber vê yekê navê wî li Enqereyê wekî Şîrket dihat nasîn. Li vir, wekî Aliyê Porxelek dihat nasîn. Curnê Reş, hevalê Riza baş nas dike. Ew pêşengê berxwedanan bû."
 
‘4 MEHAN DI ÎŞKENCEYÊ DE MA'
 
Yavûz diyar kir ku ew bi xwe sê meh piştî girtina Riza Altûn, di Nîsana 1979'an de li Sêwregê di çarçoveya operasyoneke giştî de hatiye girtin û got: "Piştî îxbarekê em hatin girtin û em birin navenda bajarê Rihayê. Li Lîseya Pîşeyî ya Keçan ku wekî navenda binçavkirinê dihat bikaranîn, Riza heval jî hebû. Gelek hevalên wî li wir hebûn, di nav wan de Metîn Aslan, Abdûrrahman Çadirci û Mûzaffer Ayata hebûn. Wê demê tîmek ji Enqereyê hatibû. Piştî 32 rojên binçavkirinê, wan em berdan. Hevalê Riza û Mûzaffer Ayata demeke dirêj li wir man. Îşkence dikirin. Wan kesên ku li ber xwe didan an jî yên vîna berxwedanê didan der wekî 'koma ermenî' ji hev vediqetandin. Ez jî di wê komê de bûm. Li bin ranzayê av dirijandin ser betonê, em bi awayekî destkelemçekirî datanîn wir. Me nedikarî rûnê ne jî rabe ser xwe. Hevalê Riza çar mehan di vê îşkenceyê de ma. Min û Riza me li Curnê Reş hev nas kiribû. Em di binçavan de mehekê bi hev re man û ev hevaltiya me zêdetir bû." 
 
SALÊN GIRTÎGEHÊ
 
Yavûz anî ziman ku piştî îşkenceyê, ew bi komeke ku Riza Altûn jî di nav de, birine cihekî din ê bi navê Deve Geçîdiyê û got ku ew 15 rojan li wir mane da ku şopên îşkenceyê hatine sekinandin. Yavûz diyar kir ku ew ji aliyê dadgehê ve hatine girtin û wiha domand: "Em birin Girtîgeha Hejmar 1 a li Seyrantepeya Amedê. Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Mûstafa Karasû jî li wir bûn. Gelek hevalên ji Curnê Reş hebûn. 12'ê Îlonê hîn nebûbû. Kontrola girtîgehê di destê girtiyan de bû. Xebatên perwerdehiyê hebûn, me dikarî xwarinên cuda çêbikira. Em şeş mehan li wir man, paşê me şandin Girtîgeha Hejmar 5'an. Nû hatibû çêkirin û hîn jî bermayiyên înşaetê hebûn. Her yek ji me xistin hucreyeke cuda. Ez xistim hucreya Hejmar 15'an. Her wiha kesên ji komên cuda jî hebûn. Riza, Hayrî û Mazlûm xistin hucreya Hejmar 7'an. 12'ê Îlonê hîn nebûbû û carinan me hevdu didît. Em paşê tenê dema ku em diçûn dadgehê dikarîbû hevdu bibîne. Ez bi koma sereke ya Rihayê re diçûm dadgehê. Hejmara me gihîştibû 400 kesî. Dema ku kom mezin bû, wan em kirin komên cuda. Dema ku hejmar gihîşt bi hezaran, hema hema her navçeyekê komeke xwe hebû. Di qawîşekê 15 kesî de 62 diman. Ranza darîn bûn. Cih tunebû û mirov bê nivîn radizan."
 
‘WINDAHIYEKE MEZIN BÛ’
 
Yavûz bilêv kir ku şert û mercên girtîgehê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê dijwartir bûne û wiha behsa wê pêvajoyê kir: "Îşkence zêde bûn. Saet di 1'ê şevê de em şiyar dikirin da ku bibin dadgehê. Birçî û tî dibirin û danişîna yekem 32 rojan dom kir. Hevalê Mazlûm bimeşê nehat dadgehê; wan ew di nav betaniyekê de anîn. Du leşker ketibûn bin çengê wî. Heval Riza û gelekên din, tespîttkirina nasnameyê red kirin û behsa îşkenceyan kirin. Parastina wan balkêş bû. Çiqas şert û merc dijwar bûn jî, dewletê nekarî pêşî li wê bigire. Biryara rojiya mirinê hat girtin. Heval Hayrî biryarê ragihand. Di sala 1984'an de, 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li min hat birîn. Piştî ku cezayê min qediya ez serbest hatim berdan, lê heta dema ku ez serbest hatim berdan jî îşkence kirin. Kincên min qetandin û wiha berdan." 
 
Yavûz destnîşan kir ku wî herî dawî di sala 1988'an de li Girtîgeha Dîlokê serdana Riza Altûn kiriye û got: "Mûstafa Karasû li Girtîgeha Edeneyê bû. Pêşî min serdana wî kir. Ji min re got ku ez biçim serdana Riza bikim. Em bi Dayika Dûrre (Dûrre Kaya) re çûn Girtîgeha Dîlokê. Wî ji me pirsa her kesî kir. Em li ser Curnê Reş axivîn. Piştî ku Riza ji girtîgehê derket, ew çû Ewropayê. Di wê demê de têkiliyên me hebûn. Dema ku me xebera şehadeta wî bihîst, me nexwest bawer bike. Atmosfereke şînê xwe li her kesê ew dîtibû nedîtibû girt. Şehadet rastiyeke têkoşînê ne, lê heval Riza windahiyeke mezin e."
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

28/09/2025
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin