AMED - 16 baroyên li Kurdistanê encamnameya civîna xwe aşkera kirin û gotin ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd, divê serweriya hiqûqê esas bê girtin.
Li bakurê Kurdistanê 16 baroyan di 4’ê Cotmehê de li Baroya Dêrsimê civînek kirin. Encamnameya civînê bi beşdariya serokên baroyan hate aşkerakirin. Di encamnameyê de tundiya li dijî parêzeran hate şermezarkirin. Hate gotin ku fealiyetên parêzeran dibin mijara darizandinê û bi vê yekê re mafê parastin û fealetiyên edaletê tên binpêkirin. Bi domdarî hate gotin ku xurtkirina parastin û temînatên pîşeyî û aborî, yek ji hêmayên sereke yên rêgeza dewleta hiqûqê ye.
Di berdewamê de bal kişand ser pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha hate gotin: “Çareserkirina vê pirsgirêka rê li ber binpêkirinên mafan ên giran û bêîstîqrariyê vekirî jiyanî ye. Şertê sereke yê aştiya civakî û pêşerojeke demokratîk, cîbicîkirina hemwelatiya wekhev û edaletê ye. Dûrketina ji polîtîkayên ewlehiyê esas digirin, dê ji bo çareseriyê sûdewer be.” Hat gotin ku tevî biryara xwefesixkirina PKK’ê jî sepanên qedexeker ên li ser zimanê Kurdî, pratîkên darazî û îdarî yên li dijî ruhê pêvajoyê bêbaweriyê zêde dikin. Baroyan got: “Çareseriya mayinde; bi esasgirtina serweriya hiqûqê, siyaseta demokratîk û misogeriya mafên sereke pêkan e.”
Bi domdarî hate xwestin ku biryarên DMME’yê yên têkildarî siyasetmedaran bên cîbicîkirin û siyasetmedarên girtî bên berdan.
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Baroyan, îşaret bi binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş kir û got li gorî xala 17’emîn a Destûra Bingehîn û xala 3’yan a PMME’yê dikeve çarçoveya îşkence û muameleye xerab û gotin: “Cîbicîkirina mafê tedawiyê, esasgirtina raporên tenduristiyê yên serbixwe yên di pêvajoya sekinandina înfazê û tehliyeyan de û paratina mafên jiyan û rûmeta mirovan berpirsyartiya dewletê ye.”
MAFÊ HÊVIYÊ
Baroyan, biryarên DMME’yê yên têkildarî “mafê hêviyê” bi bîr xistin û gotin bicihneanîna vî mafî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û bang li dewletê kir ku di Qanûna Înfazê de tavilê sererastkirinan bike û “Mafê hêviyê” cîbicî bike.
Bi domdarî Baroyan bal kişand ser biryarên lijneyên çavdêrî û îdarî diyar kir ku biryarên keyfî dide, bi taybet jî li dijî girtiyên nexweş û siyasî binpêkirinên mafan ên cidî dikin û bang hate kirin ku dawî li van kiryarên lijneyan were anîn.
Herî dawî jî baroyan got ku serbixwebûna meqamên darazê rêgeza sereke ya dewleta hiqûqê ye, divê li gorî îktîdara siyasî tevnegere û biryarên dawî yên li dijî rojnameger, hunermend û parastvanên mafên mirovan li dijî xala 138’an a Destûra Bingehîn e.