NAVENDA NÛÇEYAN - ANHA’yê ragihand ku dê servîsa xwe ya Tirkî bigire.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û Rojhilata Navîn bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Spanî û Rûsî bi xwînerên xwe re parve dikir, bi daxuyaniyekê ragihand ku dê ji 30’ê Cotmehê ve beşa xwe ya Tirkî bigirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê di weşanên xwe de zêdetir bala xwe bidin ser zimanên herêmî.